Rojnameger Yoksu 24 rojên binçavkirinê vegot 2017-01-19 09:12:31 STENBOL - Rojnameger Metin Yoksu yê 24 rojan di bin çavan de hat ragirtin û şeva çûyî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan, 24 rojên di bin çavan de vegot. Her wiha Yoksu têkildarî binçavkirina ku di çarçoveya lêpirsîna Redhackê de jî wiha got: "Ji dêvla ku dozger lêpirsîna nûçeyên em çêdikin bike, bila lêpirsîna îdiayên bûne mijara nûçeyên bike." Têkildarî nûçeyên arasteyî maîlên Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Tabiî Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin de, di 25'ê Kanûna 2016'an de bi ser mala Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelik, nûçegîhanê DÎHA'yê Metin Yoksu, nivîskarê Dikenê Tunca Ogreten, Gerînenedeya Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yolculukê Eray Sargin û Berpirisiyarê Hesabgeriyê yê Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat de hatibû girtin û paşê hatibûn binçavkirin. Ji 6 rojnamegerên 24 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û şeva çûyî sewqî dadgehê hatin kirin; Çelik, Ogreten û Kanaat hatin girtin; Yoksu, Okatan û Sargin jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan. Rojnameger Metin Yoksu 24 rojên binçavkirinê vegotin. Yoksu anî ziamn ku, 6 rojnamger li hucreyên cuda dihatin ragirtin û got, wan û kesên ji ber Cemaeta Gulenî û DAIŞ'ê htaine binçavkirin xistine heman hucreyan. Yoksu anî ziman ku, di rojên ewil ên binçavkirinê de hayê rojnamgeran ji hev tune bûye, lê piştî 2-3 rojan hay ji hev bûne. Yoksu da zanîn ku, di hucreyên 2 kesî de 4 kes, carinan jî 5 kes; li hucreyên 10 kesî de 15-20 kes diman, hucre ji pîsîtî û gemarê xalî nedibûn, di beşa binçavkirinê de bi giştî 29 hucre hebûne, ji bo van hemû hucreyan serşoyek tenê û 6 tuwalet hebûne. Her wiha Yoksu got, hucreyên mezin jî biritûbet û sar bûne û anî ziman ku, hin kes li erdê radiketin." Yoksu anî ziman ku, saetên çûyîna lavaboyê li gor saetên nimêjê hatibûn sererastkirin. Yoksu diyar kir ku, dema kesek ji bilî saetên nimêjê bixwesatana biçûna lavaboyê polîsan digot, "hinekî bisekinin, em ê vekin" û diyar kir ku polîsan ji bo wan digot: "Kesên dixwazin biçin lavaboyê, bila ji kamreayê re destê xwe hêl bikin an jî xewliyê li ba bikin." Yoksu got, hin kes pêdiviya xwe ya lavaboyê, di hundurê şûşeyên petî de dikirin. Yoksu got, ji bo razanên sîngerên hişk dihatin biakaranîn û ji ber toz û gemarê mirov nikaribû di hucreyan de revbigere. Yoksu diyar kir ku, xwarina dihat dayîn jî ne ew xwarin bû ku mirov bikaribe bixwe û got, ji ber xwarina dihat dayîn gelek kes emelî dibûn. Yoksu anî ziman ku, dema wan stran digotin jî rastî mudaxileya polîsan dihatin û got, polîsan tim heqaret li rojnamegeran dikir. Yoksu got, dema rojnameger hatin binçavkirin ji paş ve destê wan hatiye kelepçekirin û anî ziman ku, dema Mahir Kanaat hatiye binçavkirin hevjîna wî ya ducanî (9 mehî) li erdê hatiye dirêjkirin, heqaret lê hatine kirin û li cem keça wî ya biçûk hatiye kelepçekirin. Yoksu anî ziman ku, rojnameger Omer Çelik ê di dema binçavkirinê de hat derbkirin, dema ew anîna Stenbolê jî canê wî diêşiya û ev êş çend rojan domiyaye. Yoksu got, di roja dawî ya binçavkirinê de dema wan ji bo venêrîna tenduristiyê ji birine Nexweşxaneya Dewletê ya Hasakiyê û ji wir birine Edliyeya Çaglayanê, di mînibusê de polîsan heqaret li wan kiriye. Yoksu anî ziman ku, polîsan bi taybetî heqaret li rojnameger Çelik kirine û wiha domand: "Di hundurê wesayîtê de me li derve dinihêrî. Polîsan ji nişkave perdeyên wesayîtê girtin. Omer jî li çeperasta min rûniştî bû. Wê kêliyê ji polîsan yek jê ji Omer e got, 'Tu temaşeyî derve neke ûlan, k.b (o.ç).' Heman polîsa kulm avêt Omer, lê lê neket. Li ser vê me bertek nîşan da. Ji xwe destê me kelepçekirî bû. Di vê navberê de hemû polîsên çewîkê yên di wesayîtê de rabûn ser piya. Di hundurê wesayîtê arbedeyek çêbû. Piştî amîran mudaxile kir rageşî ji holê rabû. Dema me anîn Çaglayanê, li enzaretxaneyê me volta diavêtin. Wê demê polîsê xeber ji Omer re gotin, selfie kişand. Di wêneyê kişand de em jî dixuyan. Li ser vê me bertek nîşan da. Em nizanin wêne parvekirine an parve nekirine." Yoksu got, li nezaretxaneya ew lê diman xizmên polîsê ku heqaretî rojnamere Derya Okatan kir jî, di çarçoveya operasyona "FETO"yê de hatine binçavkirin û çend rojan li heman nezaretxaneyê mane. Yoksu anî ziman ku, ew bi îdiaya lêpirsîna Redhackê hatine binçavkirin, lê tu eleqeya wî bi Redhackê tune ye û wiha axivî: "Tenê ji bo krîmînalîze bikin binçavkirin. Ew jî dizanin tu eleqeya me pê tune ye. Ji ber me Redhack şopandiye lêpirsîn hatiye vekirin. Ez rojnameger im, ez ê her kesî bişopînim. Ji xwe tu berpirsiyariyeke vê ya qanûnî jî tune ye. Dema em yekî/ê bişopînim ma divê em ji dozgeriyê destûrê bixwazin?" Yoksu der barê binçavkirina wan a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" jî de wiha got: "Em dibînin ku ji ber propagandaya rêxistineke ku tune ye lêpirsîn vekirine. Têkildarî vê li holê tu delîleke berbiçav jî tune ye. Bi delîlên sexte em binçavkirin. Tenê mebesteke vê heye ew jî, astengkirina rojnamegeriya me ye." Yoksu wiha axivî: "Nûçeçêkirin berpirsiyariya bingehîn a rojnamegeriyê ye. Lêpirsîna nûçeyên me çêkirin hat kirin. Ji ber me nûçeyên têkildarî maîlên Wezîr Albayrak çêkirine em hatin binçavkirin, lê xwediyên maîlan nehatin darizandin. Li vir bi darizandina me mebest ew e ku, rê li ber rastiyan bigirin. Ji dêvla ku dozger lêpirsîna nûçeyên em çêdikin bike, bila lêpirsîna îdiayên bûne mijara nûçeyên bike."