Ji ber pîde kirî doz lê hat vekirin 2017-01-19 09:18:01 ÊLIH - Welatiyê bi navê M.G. (61) ji ber nan û erzeq biriye mala xwe der barê wî de doz hate vekirin lê ji heyata ku M.G. darizandin 2 dadger ji ber "endamê rêxistina terorê ne" hatin girtin. Ligel vê yekê jî di dosyaya M.G. de gelek nehiqîqû heye. Welatiyê bi navê M.G. (61) ku li gundê Dereîçî yê navçeya Kercewsê ya Êlihê dijî der barê wî de bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" doz hate vekirin. Di encama guhdarkirina telefonan de ji ber ku M.G. çewalek ard, çewalek şekir, 2 kolî zaxîre, 12-15 pîde û hinek jî fekî û sebze kiriyê ev yek wekî hinceta "alîkariya rêxistinê" hat dîtin û doz lê hate vekirin. Di rûniştina 3'yemîn a dozê de der barê wî de ceza hat xwestin. Ji heyeta ku M.G. didarîzînin 2 dadger ji bed endamên cemaeta Fetullah Gulen in hatin girtin. Ji ber ku dadger di dozê de ne ameda bûn doz taloqî 18'ê adarê hat kirin. 'JI BER KU MEHÊ CAREKÎ ERZAQ DIKIRIM GELEKÎ DISTINÎM' M.G. di parastina xwe de got ku mala wan li gundê Dereîçî ye ji ber vê yekê dema ku diçe sûkê bi çewalan erqaz dikire û wiha axivî: "Ez li gund dijîm. Malbata me 12 kes in. Ez sewalkariyê dikim. Di dema havînê de jî li înşeatê dixebitim û bi vî rengî debara malbata xwe dikim. Erzaqên mala xwe meha careke diçim Êlihê û gelekî dikirim. Ez tu endamên rêxistinê nas nakim û tu alîkarî jî nedaye." MOTORA KU JI BO ÎMZE BAVÊJE KIRÎ DA DIZÎN M.G. ji bo bikaribê hefteyê 3 caran îmze bide Qereqola Vergîlî ya 10 kîlometre durî gundî wan e ji ber zehmetiye dikişîne ji xwe re motorsîkletek kirî. M.G. ê bi motora xwe ve diçî îmze dida qereqolê piştî demekî motora xwe jî da dizîn. 'KESEKÎ KU QAYA HEWA Û SEWALAN DIKE DIKİ ÇAWA DIKARE ALÎKARIYA RÊXISTINÊ BIKE' Parêzerê dozê Mesut Aydin diyar kir ku telefonên M.G., zarok û hevsera wî hatine guhdarkirin û ev yek wekî delîl di dosyayê de hatine bicihkirin û bal kişand li ser nehiqûqiya dosyayê. Aydin wiha got: "Tape ji axaftinên jiyana rojane pêk tên. Kesekî ku li gund dijî bi sewalkariyê mijul dibe, 12 zarokên wî hene jibilî berf, mêvan, sewal, rewşa hewayê û zarokên xwe yên ku ji devarên dur dijîn wêdetir dikare qala çi bike. Bavekî ku li Tirkiyeya roja îroyîn dijîn meraqa zarokên xwe yên tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne kiriye ma ev dibe delîlê alîkariya rêxistinê. Mirovekî ku li gund sewalkariyê dike, li gund dijî ji kesekî ku pê de danûnstendiye û pereyê xwe dixwaze ev çawa dibe alîkariya rêxistinê." 'POLÎSAN TAPE WERGERANDINE' Aydin anî ziman ku tape bi kurdî ne û divê raporekî pêzanan hebe û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ji kurdî wergerî tirkî tê kirin dema ku ji aliyê kesên pispor ve neyên kirin wate dibe ku bê guhertin ev quralekî rêziman e. Lê dema ku mirov dosyayê lêkolîn dike werger ji aliyê kesên ku guhdar kirine, qeyd kirine ve hatiye kirin. Tenê ji ber vê yekê jî divê îtibarî qeydên tapeyê neyê kirin." 'DI DOSYAYÊ DE TU DELÎLÊN ŞENBER NÎNE' Parêzerê M.G. diyar kir ku di dosyaya muwekîlê wî de tu delîlekî şenbar tuneye ji ber vê yekê jî tevlî îdiayên dar barê muwekîlê xwe de tên kirin nabe û dixwaze bê beraetkirin. Doza M.G. taloqî 18'ê adarê hat kirin.