Rojnameger bi lêdanê û texsiya sipî revandin 2017-01-19 11:56:14 ENQERE - Rojnameger Bariş Boyraz ku di demên dawî de li Enqereyê 2 caran hat binçavkirin, cara sêyemîn bi maşîna spî binçavkirin û piştî gef û lêdanê serbest berdan. Boyraz, li ÎHD'ê gilî kir. Rojnameger Barış Boyraz ku heta niha 2 caran hat binçavkirin û berdan cara sêyemîn bi lêdanê revandin û binçavkirin. Piştî Boyraz hat berdan li ÎHD'ê glîkir. Duh saet li dora 15.00'an li nêzî Guvenpark di derketina Metro de 2 kesên sivîl ên temenê wan 25-30 salî bi texsiya sipî ya sivîlan Boyraz revandin û derxistin dervê bajar. Boyraz ku berê jî di meha Cotmeh û Mijdarê de hatibû binçavkirin, dîsa hat binçavkirin û piştî lêdanê û gefan serbest hat berdan. Boyraz ku hat berdan li ÎHD'ê gilî kir. Boyraz têkildarî revandina xwe diyar kir ku kesên ew revand yek jê bejna wî ne dirêj û ne jî kin bû û ruyê wî gewr bû û wiha got: "Du kesên temenê wan di navbera 25-30 salî de bûn. Hatin bi milê min girtin. Gotin 'Tu dê bombe biteqine?' destê min li pişt min zîvirandin. Telefona min ji beriya min derxistin û dan kesekî din ku li Guvenparkê rûniştiye." ASQIYA FîLîSTîNÊ AMADE BIKIN Boyraz, anî ziman ku li Guvenparkê qada ku maşîne nikaribin têkevinê ew li texsiya sipî ya bi marka hatchback (hecbek) suyar kirin û û wiha berdewam kir: "Ji xeynî min 4 kesên din di erebeyê de hebûn. Min nasnameya wan pirsî û bin biryara binçavkirinê pirsî. Min got hûn dê min bibin ku? Ez bi zorê li erebê suyar kirim. Ez di maşîneyê de derp kirim. Di qada Ataturkê re ber bi kolana Eskişehirê bi rê ketin. Di rêde kesê li milêmin ê rastê li min da. Bê navber çêr li min dikirin. Bi telefonê axivî û got 'Di hucreyê de asqiya fîlîstînê amade bikin' û gef li min xwarin. Di krawata wan de mîkrofon û berguhk hebû. Piştî maşine peşket montê xwe danî û li serê min gerand. Yekî din got 'Çavê wî vekin bila cara dawî derdora xwe bibîne. Bê navber li min didan. ÇEK LI HEV KIŞANDIN Boyraz, da zanîn ku piştî demekê polîsan gotin “Maşîneyek me dişopîne' Te kî da pê me lan… Tu kî ye? û çêr li wî dan û wiha got: “Piştî vê yekê bêtir li min dan. Piştî demekê herdu maşîne jî rawestiyan û kesên têde çek li hev kişandin. Wekî ku dê şer bikin xuya kirin. Pişte ez ji wê maşina berê derxistim û li maşîna din suyar kirim. Ger ku wê demê min firsend dîtibûya min dê xwe avêtibûya ser rê ber maşîneyan û xwe birîndar kiribûya da ku min rakin nexweşxaneyê. Lê destûr nedan. Pişti ez li maşîna duyemin suyar kirim kesên di maşîna duyemîn re vê carê rola polîsên baş lîstin. Weki polîsê baş tev geriyan. Gotin 'Me tu ji deste celadan rizgar kir. Ji min xwestin ez sîxuriyê ji wan re bikim. Wan jî bi awayekî nerm gef li min xwarin. Dema min got ez nikarim bi were bixebitim û min telefona xwe xwest, gotin 'Tu pir hişk e' Ji bo telfonê jî gotin temam û li Riya Golbaş Kepeklî telefon radestî min kirin. " Boyraz, da zanîn ku dema pirsa "Hûn kîne? ji wan kesan kirine wan jî bersîva "Kî dikare we ji destê polîsan rizgar bike? daye wî. Boyraz ku cil û bergî wî tev hatibûn qetandin û li Golbaşi hat berdan û diyar kir ku hemu xebatkarên çapemeniya azad tên şopandin. Boyraz da zanîn ku dê li ÎHD'ê gilî bike û serlêdana serdozgeriyê bike. Boyraz, anî ziman ku ger tiştek bê serê wî yên ew revandine berpirsiyar in. Boyraz anî ziman ku herdu maşîneyên we revandin sipî bûn û gotina Serokwezîrê berê Davutoglu ya “Em neyên îktîdarê dê torosên spî dakevin qadan" anî bira wî.