Nobeta TV 10 didome: Em bêdeng nabin 2016-11-19 17:11:03 STENBOL - Di çalakiya nobetê ya ji bo yek ji 23 kanalên ku bi KHK’ê hatine girtin TV 10 de peyama “Em bêndeng nabin, em ê li hemû qadan dengê xwe bidin bihîstin” hat dayîn. Çalakiyên şermezar kirina girtina kanala TV 10 ku yek ji 23 kanalên bi KHK’ê hatine girtine û dengê Elewiyane berdewam dikin. Saziyên Elewiyan her hefte roja Şemiyê, bi beşdariya xebatkarên TV 10 û Dayikên Şemiyê çalakiya nobetê tê li darxistin û çalakî vê hefeteyê jî berdewam kir. Welatiyên li Qada Galatasarayê pankarta “Dengê Elewiyan nikare we re bêdeng kirin” vekirin, bi dovîzên TV 10 “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “dengê Elewiyan nayê bênedengkirin” û “TV 10 nikare were bêdengkirin” dirûşme berzkirin. Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Anadoluyê (AKA-DER), Komeleya Koçgirî û Komeleya Elewiyên Demokratîk piştgirî dan çalakiyê. TÊ XWESTIN KU TELEVÎZYONA ELEWIYAN BÊ VEKIRIN Xebatkarê TV 10 Velî Haydar Guleç, diyar kir ku ji bo ew piştgiriyê bidin TV 10 her hefte roja şemiyê çalakiyê li dardixin û wiha got: “Îktîdar dixwaze bêdengiyê serwer bike. Dixwazin hemû tiştan tekane bikin. Me xwest li hemberî tekaneyê bibin dengê giştî. Dixwazin tenê dengekê serwer bikin. Ji bo vê gelek hesaban dikin. Ev welat wekî kamyona ku frênên wê teqiyane diçe. Dixwazin bêdeng bikin lê em ê bêdeng nebin, em ê li hemû qadan dengê xwe bidin bihîstin.” Piştî Guleç, Serokê Komeleya Koçgîriyê Riza Karaman, da zanîn ku ew daxwaz dikin demildest TV 10 bê vekirin û wiha axivî: “Piştî saziyên çapemeniyê hatin girtin îktîdar dixwaze aliyê muxalefet bêdeng bike. Li Tirkiyeyê hevserokên yekane partiya muxalefet di girtîgehê de ne. Piştî destnedan hatin rakirin zext zêde bûn. Îro îxanetkar û hevkarên ku gulan diavêjin ber zaliman hene. Tu hêviya gel ji AKP’ê û MHP’ê tune ye. Divê hemû saziyên civaka sivîl, sendîka, odeyên hempîşeyan û aliyêm bindest muxalefetekê ava bikin.” Piştî axaftinan yek li bernamevanên TV 10 Cîhan Çelîk li lêxistina tembûrê beytek got.