Qeyûm tayînî cihê qeyûm kirin 2017-01-19 14:46:55 DERSIM - Alîkarê Walî Olgun Oner ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê Dersimê hat kirin, ji peywirê hat girtin û li şûna wî Waliyê Dersimê Osman Kaymak wekî qeyûm hat tayînkirin. Piştî Hevşaredarên Dersimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun hatin girtin alîkarê Walî Olgun Oner wekî qeyûm tayînî cihê wan hatibû kirin û li şûna Oner jî qeyûm hat tayînkirin. Bi biryara Wezîrê Karên Hundir, li şûna Oner Waliyê Dersimê Osman Kaymak wekî qeyûm hat tayînkirin. Ji xebatkarên şaredariyê re jî telîmat hat dayîn û hat xwestin nivîsên ku navê Oner têde derbas dibin bên rawestandin. Hinek ji kiryarên Oner ê ku di 17’ê Mijdarê de wekî qeyûm hat tayînkirin wihane: * Li ser tabeleya Şaredariya Dersimê dihat nivîsîn tabeleya Şaredariya Tunceliyê danî, navê Bazara Bin erd a Dersimê guhert û kir Bazara Bin Erd a Tunceliyê. Her wiha levhayên kirmanckî yên li ser deriyên odeyan hatine xistin rakirin. * Midûryeta Polîtîkayên Jinê ya di nava şaredariyê de xebatên xwe didomîne û meclîsa şaredariyê girtin. Alîkarê Hevşaredaran Huseyîn Tunç ji peywirê girt. * di ketina şaredariyê de mertala ewlehiyê avakir. Li qada duyemîn xebatkarek ne hişt, kesek taybet ê ku çay jêre tîne girt û paçên gulederbas nakin çêkirin. * Xebatkarên pawijiyê yên di demah Hevşaredar Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun ku niha girtine, hatin girtin wekî ku wî girtine daxuyaniyek da.