Bi hezaran kes li ber Agosê hatin cem hev: 10 sal in em Hrant in 2017-01-19 15:00:44 STENBOL - Di 10'emîn salvegera qetilkirina Hrant Dînk de bi hezaran ke bi slogana "10 salin em Hrant in, em ê edaletê bi dest bixin" ve li ber rojnameya Agosê hatin cem hev. Di 10'emîn salvegera qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk de bi pêşengiya AKADER, DAF, Halkevlerî, Nor Zartonk, ODP û Yenîyolê li ber avahiya TRT'ê ya Harbiyeyê girseya ku kom bûn bi slogana "10 sal in em Hrant in. em ê edaletê bi dest bixin" ve ber bi rojnameya Agosê ve meşiyan. Meşê li ber avahiya TRT'ê di bin dopêça polîsên çewîk de dest pê kir. Girse ya ku qurnefîl girtine destên xwe pankarta "Em ê ji bîr nekin, efû nekin" hilgirtin. Destur nehat dayîn ku pankarta "Dê dewleta kujer hesab bide" bê vekirin. Hevberdevkê Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, zimanzam Necmiye Alpay û gelek sazi û dezgeh beşdarî meşê bûn. Di meşê de dowîzên bi kurdî, tirkî û ermenî "Em hemû Hrant in, em hemû ermen in" "10 sal in em Hrant in, em ê edaletê bi dest bixin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Biji biratiya gelan" "Kujer dewlet dê hesab bide" hatin berzkirin. Li qadê pankarta "10 sal in em bêriya te dikin ahparig" hate daliqandin û bernameya bîranînê didome.