Hêjmara polîsên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5'an 2017-01-19 21:00:26 AMED - Polîs Farûk Demîr ê 23 salî ku di êrîşa li dijî otobusa polîsên hêzên çevîk de bi giranî birîndar bûbû, li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara polîsên di êrîşê de jiyana xwe ji dest da gihişt 5'an. Di 16'ê Çile de li ser rêya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê li dijî otopusa polîsên hêzên çevîk êrîşa bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polîs jî bi giranî birîndar bûbûn. Polîsên birîndar rakiribûn Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Polîs Farûk Demîr ê 23 salî ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara polîsên di êrîşê de jiyana xwe ji dest da derket 5'an.