Polîsan amûrên esnafan desteser kirin 2017-01-20 13:09:23 ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsên ku bi ser kargehan de girt dest danîn ser amûrên esnafên bajêr. Li taxa Kale ya navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên ku danê sibê bi ser kargehên welatiyan de girtin dest danîn ser gelek amûran. Li gel polîsên maliyeyê, tîmên taybet jî bi ser dikanan de girtin û dest danîn ser amûrên weke, telefon, saet û amurên elektronik. Polîsan hinceta dest danîna ser amûran jî weke, "fatûreyên wan tune ye" nîşan da. Her wiha esnafên bi navê Edîp Malak, Salîh Tûtûklû û Abdûllah Menek demek kurt xistin bin çavan û piştre serbest hatin berdan.