'Doza KCK'ê îflaza polîtîkayên înfazê nîşan dide' 2017-01-20 13:33:53 AMED - Di rûniştina "Doza KCK'ê ya Sereke" de Endama Meclisa DBP'ê Zahide Besî, diyar kir ku li dijî van zilm û zordariyan heyeta dadgehê dibejin "Bêsucdariya xwe îspat bikin" Ev doza KCK'ê nîşan dide ku polîtîkaya înkar, îmha, înfaz û pişaftinê ya li dijî kurdan ku sed salin didome îflas kiriye. Rûniştina "Doza KCK'ê ya Sereke" ku ji 2009'an dest pê kir û Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di navde 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de Endama Meclîsa DBP'ê Zahîde Besî ku ji dozek din li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê tê girtin parastin kir. Ji ber ku Besî bi kelepçeyê anîn salonê û tevî kelepçeyê dan rawestandin parêzeran îtîraz kir û xwestin kelepçeyê vekin. Lê leşkeran got "Hûn ku dixwazin îtîraz bikin" li ser vê yekê niqaş derket. Piştî heyeta dadgehê hat salonê û xwest kelepçe vekin niqaş bi dawî bûn. Pişti rûniştinê dest pê kir Besî parastin kir. Besî, anî ziman ku wê parastin bi kurdî kiribû, lê rayedarên girtîgehê parastina wê ya nivîskî ji wê girtine û tenê kopya wê dane wê. 'GELEK BI ZOR Û ÎNKARÊ TUNE NABE' Besî, anî ziman ku ji ber darizandina siyasi gelê kurd bi salan in nikarin mafê xwe yên siyasî û deokratîk bi dest bixin û tên astengkirin. Besî, destnîşan kir ku kurd her dem ji ber mafê xwe yên rewa û mirovahiyê di posîzyona parastinê dene û ev yek nayê qebûlkirin. Besî, anî ziman ku yên rastî zilm û zordariya dewletê ya nijadî, kevneperestî, zayentî tên kurd in û dîsa yên tên darizandin kurd in û wiha got: "Di gel ku kurd ew qas rastî zilm û zordariyê tên dîsa heyeta dadgehê dibêjin "masûmiyeta xwe îspat bikin" Dewletê pirsgirêka kurd ava kiriye. Ji ber ku hebûna kurdan hatiye inkarkirin ev pirsgirêk derketine. Mafê kurdan ê xwezayî yê çand, ziman, nasname û perwerdehiyê hatye qedexekirin. Li ser nasnameya kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Bi sedsalan in rewşenbir û pêşengên kurd tên darvekirin. Li ser gelê kurd lîstikên qrêj tên meşandin. Lê li gel vê yekê pêşengên gelê kurd û nûnerên gelê kurd neçar dimînin parastina xwe bikin û îspat bikin ku bê sûc in. Ev doza KCK'ê nîşan dide ku polîtîkaya înkar, îmha, înfaz û pişaftinê ya li dijî kurdan ku sed salin didome îflas kiriye. NETEW DEWLET HEBÛNA XWE LI SER TUNEBÛNA KURDAN AVA DIKE Besî, heri dawî destnîşan kir ku pergala Netew Dewlet hebûna xwe li ser pêşxistina dijminantiya nava gelan ava dike û wiha got: Ev dewlet hebûna xwe di dijminantiya kurdan de dibîne. Hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dibîne. Heman hişmendî di dozên FETO de derdixe holê. Niha dewlet hemû sûcên xwe dixe situyê cemaatê. Lê dema mijar dibe kurd hemû dibin yek û derdikevin pêşberî kurdan. Ev durûtî ye. Em li dijî hişmendiya dewletê ya hebûna xwe li ser tekparêziyê ava dikin. Em di nava lêgerîna mirovahî û wîcdan dene. Ez kurdim, ji bo îtiraz û rexneyên li dijî şaşiyên dewletê di nava partiyek siyasî de cih digirim. Mirov bi ziman, çand, nasname, bawerî û rengê xwe mirov e. Ez ji bo civakek ekolojîk, demokratîk, azadiya zayendî, têdikoşim. Ez niha ji ber nasnameya xwe têm darizandin. Ez di heman demê de jinek kurd im. Li dijî hişmendiya serdest a mêr, mafê jinê diparêzim. Ger ku ev îdîaname ji aliyê dozgerên cemaetê ve hatine amadekirin divê ev doz betal bibe" Parêzera Besî Nujin Uysal jî ani ziman ku li gorî serdestiya hiqûq û edaletê mafê muvekkila wê heye ku nexne bike û li dijî pergalan fikrên xwe bine ziman. Uysal, xwest Besî beraet bibe. Piştî parastinê rûniştina doza KCK'ê taloqî roja duyemê kirin.