Hevşaredarên Nisêbînê dê 30 dojan di bin çavan de bin 2017-01-20 13:49:49 MÊRDÎN - Dozgerê Komarê yê Nisêbînê biryar da ku Hevşaredarên Nisêbînê 30 rojan di bin çavan de be. 9 siyasetmedarên kurd ên Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di navde ku 5 roj berê hatin binçavkirin, bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzer Kamuran Tanhan ku li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê bi siyasetmedaran re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku muwekilên wî ji bo kontrola tenduristiyê ji maşînê dernexistine û di maşînê de muayîne kirine. Parezer Tarhan. anî ziman ku dozger der barê muwekilê wî de biryara 30 rojan di bin çavan de daye.