Yilmazer ê îstixbaratvan: Ergenekon kumpas nîne 2017-01-20 13:52:01 STENBOL- Midûrê ya Şaxa C5 a Daîreya Îstixbaratê Alî Fuat Yilmazer ê di doza kuştina Hrant Dînk de di parastina xwe de anî ziman ku operasyonên Ergenekonê kumpas nînin û wiha got: ""Em neteweyekî ku deq dikin in. Ji Feraseta dewleta kur tên. Tu kes bi me bawer nake ji ber ku hiqûqekî bi vî rengî tuneye." Doza têkîldarî kuştina Gerînendeyê Weşanê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin. Di dozê de Midûrê Şaxa C5 a Daîreya Îstixbaratê Alî Fuat Yilmazer parastina xwe kir. Yilmazer ê di parastina xwe de gotina "dibe ku di vî dozê de ji ber îhmalkariya peywira xwe ez bêm sûcdarkirin" bi kar anî û got ku îdiaya "endamtiya rêxistinê" razber e. Yilmazer destnîşan kir ku îdiaya operasyonên Ergenekonê kumpas in jî ji bo vê yekê bingeh e. Yilmazer wiha berdewam kir: " "Ev operasyonên ku hatin kirin bi agahî û fermana amîrên min ve pêk hatin, ez ê hewl bidim ku vê yekê vebêjim. Ergenekon kumpas nîne. Di 2001'an de belgeyên ku ji Tuncay Guney hatin bidestxistin ji bo operasyona 2007'an nebûye bingeh. Wan rojan xebata neteweperestiyê ya pêş ketibû wekî tehdîdekî ku tu kes nikare înkar bike. Yên ku wekî cemaetê li dijî vê yekê bûn. Di lîsteya cemaetê de Hanefî Avci û Sabrî Uzun hebûn. Tu caran navên min tunebû. Li gorî Hanefî Avci ya ku ez dikim dînîtî bû. Coşkun Çakar, Alî Fuat Yilmazer, Ramazan Akyurek ji vî têkîliyê 'endamtiya rêxistinê' dernakeve. Delîlên şenber nayê nîşandan. Bylock ji bo rêxistinê nabe delîl. Hemû kes li wir hene, ez li wir jî nînim. Li pişt min kî heye hemû kes baş dizanin. Ji bo karên edlî rayeya min tuneye. Cerrah got. Beşîr atalay li pişt min sekiniye. Ji ber ku îradeya serokwezîr heye. Ez li gorî çi ji cemaetê me? Der barê min de tekane lîste Aydinlikê weşand. Emniyetê ev belge red kir. Ev belgeyekî sexte bû. Lê dozgeriyê ev esas girtiye. Tuncay Guney, arşîvanê Velî Kuçuk e. Pisporê propagandaya reş. Hem bi MÎT, hem cendirme û hem jî bi cemaetê re eleqedar bû. Di nava emniyetê de yekem car Hanefî Avci qala rêxistinbûna cemaetê kir. Di pirtûka xwe ya Halîçte Yaşayan Sîmonlar de qala vê kir. Hanefî Avci gote li pişt dozên Şûreya Dewletê, Weşanxaneya Zîrveyî, Hrant Dînk rêxistin tuneye. Kî bi vî bawer bike. Rêxistinekî ku armanca wî yên siyasî hene heye." 'HEKE EZ VEBÊJIN TIRKILE NIKARE RAKE' Yilmazer bal kişand li ser operasyonêk ku di 2009'an de di bin navê KCK'ê de hatin kirin jî û wiha axivî: "Di KCK'ê de min çi tespît kir heke ez vebêjim tu kes nikare rake, Tirkiye nikare vî rake. Di Devrîmcî Karargahê de min çî dîtiye heke vebêjim nikarin rakin." Yilmazer da zanîn ku ji feraseta "dewleta kur" tên û wiha got: "Em neteweyekî ku deq dikin in. Ji Feraseta dewleta kur tên. Tu kes bi me bawer nake ji ber ku hiqûqekî bi vî rengî tuneye." 'ŞIK Û ŞENER DI ENCAMA BELGEYAN DE HATIN BINÇAVKIRIN' Yilmazer têkîldarî operasyona Oda TV jî ev îfade da: "Ahmet Şik û Nedîm Şener di encama belgeyên ku di operasyonê de derketin hatin binçavkirin. Tu eleqe bi polîsan nîne. Gotinên serokwezîr ên pirtûkê wisa hene ji çekan wehîmtir in hebû. Xwe piştî wî operasyonê mim ji peywir girtin."