Têkîldarî îstismarkirina zarokên li Sûrê gilî kirin 2017-01-20 14:07:00 ÊLIH - Komîsyonên Zarok, Jin û Mafên Mirovan ên Baroya Êlihê têkîldarî bûyera îstismara zarokê ya li Sûrê gilî kir. Piştî ku dîmenên ku dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê 8 sivîlên ku ji kanûna 2015'an heta 3'yê Adara 2016'an asê mabûn û hatin tehliyekirin û zarok rastî îsmarê hatibûn derketin holê Baroya Êlihê kete nava tevgerê. Komîsyonên Zarok, Jin û Mafên Mirovan ên Baroya Êlihê têkîldarî mijarê li serokatiya baroyê ya li edliyeyê civîn li dar xist. PARÊZERAN GILÎ KIRIN Parêzer Kubra Demîr di civînê de axivî û diyar kir ku ji berê heta niha ji ber şer herî zêde zarok mexdûr dibin û li hemberî îstismara zarokan a li Sûrê nerazîbûn nîşan da. Demîr got ku li Sûrê dema tehliyekirinê bi aweyeke aşkera ji aliyê hêzên dewletê ve zarok rastî îstismara fîzîkî, zayendî û hestî hatine. Demîr anî ziman ku ev yek li dijî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û ew ê vî îstismarê bipoşînin. Piştî daxuyaniyê parêzer li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkîldarî bûyerê gilî kirin.