Şîmşek: Tirkiye êdî nikare di polîtikaya bê Esad de isar bike 2017-01-20 15:00:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek, ji bo qirîza di navbera Tirkiye û Sûriye ya ji adara 2011’an de dest pê kiriye çareser bibe got: "Êdî Tirkiye nikarin di polîtîkayên çareseriya 'Peymana bêyî Esad' de israr bikin" Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye Mehmet Şîmşek, di civîna Foruma Aboriya Cîhanê ya bajarê Davosê de axivî û got: “Li qadê rewş pir bi êş e. Tirkiye êdî beyî Serokê Dewleta Sûriye Beşar Esad nikare di çareseriyê de israr bike. Ger ku di peymana çareseriya bêyî Esad de israr bike jî ev li dijî rastiyê ye." Şimşek, agahî da ajansa AP’ê û diyar kir ku Tirkiye ji civîna 23'ê çile ku li Astana pêk bê û li ser rewşa Sûriye bê niqaşkirin bi hevî ye.