Hevdîtinên qanûna bingehîn didomin: Meclîs ji raya giştî re hat girtin 2017-01-20 15:14:18 ENQERE - Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo dengdayîna tura duyemîn a 7 madeyên guhertina qanûna bingehîn civiya. Meclîs TV ku heta niha li ser înternetê weşan dikir weşana wê ya înternetê jî hat birîn. Lijneya Giştî ya Meclîsê, piştî rageşiyên duh hatin jiyîn ji bo 7 madeyên di dengdana tura duyemîn de mane carekdin kom bû. Civîna 63’emîn ji aliyê Serokwekîla Meclîsê ya AK Partiyê Ayşe Nur Bahçekapali ve tê birêvebirin. MECLÎS TV BI TEMAMÎ HAT GIRTIN Hevdîtin ji roja destpêkê hata niha piştî saet 19.00 qedexeya weşanê didomand, weşana Meclîs TV ku destûr didan li ser înternetê weşanê bike hat birîn. Meclîs TV di rûpela xwe de cih da hişyariya “Ji ber xebatên pqaijiyê sîteya me ya înternetê ji bo demekê bikare xizmeta we bike.” Îro dê destpêkê pêşnûmeyên li ser mayeda 12’yemîn bên girtin û dê bidin dengdanê. Madeya mijara gotinê ku rayeya “îlankirina OHAL û şer” dide serokomar di nava xwe de dihewîne.