Dadgehê biryara berdana Husnu Mahallî da 2017-01-20 15:38:47 STENBOL - Rojnameger Husnu Mahallî ku bi hinceta heqaret li Serokomar kiriye hat girtin biryara berdanê hat dayîn. Rojnameger Husnu Mahallî ku bi sûcdariya heqaret li Serokomar Tayîp Erdogan kiribû hat girtin, îdîanameya ku derbarê wî de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyê ya Stenbolê ve hat pejirandin. Dadgehê biryara berdana Mahallî da.