Ji 142 rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran danezana ‘Ahmet Turk’ berdin 2017-01-20 16:22:55 STENBOL - 142 rewşenbîr, rojnameger, lîstikvan, hunermend, helbestvan, akademîsyen û siyasetmedaran, bi danezana şîrek xwestin Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bê berdan. 142 rewşenbîr, rojnameger, lîstikvan, hunermend, helbestvan, akademîsyen û siyasetmedaran ên ku di nava wan de Zulfu Lîvanelî, Orhan Pamuk, Ahmet Umît, Yeşîm Ustaoglu, Ahmet Însel, Baskin Oran, Burhan Şeşen, Fîkret Kuşkan, Suavî, Orhan Alkaya, Zeynep Tanbay, Ercan Karakaş, Riza Turmen û Turgay Olcayto jî hene ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bê berdan danezanek weşandin. Bi navên kesên tevlîbûn danezan li Salona Konferansê ya Hîll a Taksînê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.ç Parêzer Kemal Aytaç, diyar kir ku ew ji rewşa tendirûstiya Turk fikarin ji ber wê divê demildest bê berdan û wiha got: “Yek ji navên girîng ên dîrok û siyaseta welatê me Ahmet Turk dema peywira xwe ya serokatiya şaredariyê didomand, ji peywirê hat girtin, destpêkê birin Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê piştre jî birin Girtîgeha Elezîzê. Şert û mercên girtîgehê bandorê li ser rewşa Turk dike û rewşa wî girantir dibe. Divê bê zanîn ger bi girtî darizandina wî bidome dê encamên nebaş derbikevin holê. Em wî nas dikin û dizanin. Divê rewşa tendirûstiya Turk li ber çavan bê girtin û demildest bê berdan.” ‘EV BÊWIJDANÎ YE’ Siyasetmedar Ercan Karakaş, da zanîn ku wî li parlamentoyê bi Ahmet Turk re xebat meşandiye û wiha pêde çû: “Hebûna wî ya li girtîgehê ji bo welat windahiyeke. Ne ew tenê divê hemû kesên bi vîna gel hatine hilbijartin di vê dema krîtîk de li meclîsê bin û vîna gel nîşan bidin. Di danezana me de daxwaz diyare. Girtina kesekî ku ji bo aştî, biratî, demokrasiyê têdikoşe û di dilê wî de pîl heye bê wijdanî ye. Divê Turk demilset bê berdan.”