Encu ji dozekê hat tahliyekirin 2017-01-20 17:45:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin, ji dozeke der barî wî de hatibû vekirin biryara tahliyeyê hat dayîn. Hat diyarkirin ku, dê ji ber lêpirsîneke din girtina Encu bidome. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di çarçoveya du lêpirsînên ku Serdozgeriya Şirnexê der barê wî de dabûn destpêkirin hat girtin, ji doza ku bi îdiaya Qaymeqamê Elkê Naif Yavuz derb kiriye dihat darizandin hat tahliyekirin. Li Qilebanê, di 28'ê Kanûna 2011'an de di êrîşeke hewayî de 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê têkildarî derbkirina Qaymeqamê Qilebanê ê wê demê Naif Yavuz ê ji bo serdana şînê serdana gund kir lêpirsîn hatibû vekirin û di vê lêpirsînê de der barê Encu de bi daxwaza "Muebeta giran" doz hatibû vekirin. Di doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, Encu ji dozê hat tahliyekirin. Hat diyarkirin ku, dê ji ber lêpirsîneke din girtina Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê dîtin bidome.