Li Rihayê 6 kes hatin girtin 2017-01-20 19:02:03 RIHA - Li Rihayê ji 50 kesên di 10'ê Çileyê de hatin binçavkirin, 6 kesên din jî hatin girtin. Li Rihayê, di nav de xwendekarên Zanîngeha Harranê jî di nav de nêzî 50 kesên di 10'ê Çileyê de hatin binçavkirin, hêdî hêdî sewqî dadgehê tên kirin. Çend roj berê ji 19 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin 18 kes hatibûn girtin û îro jî, 8 kes piştî 10 rojên binçavkirinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji kesên sewqî dadagehê hatin kirin Mehmet Ali Taniş, Reşit Ozturk, Vedat Aydin, Adil Akçababa, Ramazan Budun, , Muslum Kızılkaya bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin û her wiha Veysi Çoban û Sabri Turan jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan.