Hevserokê HDP'a Osamniyeyê û Hevserokê Navçeyê hatin girtin 2017-01-20 21:46:20 OSMANIYE - Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê Yulsel Tecik û Hevserokê HDP'a Navçeya Navendî Celal Korkmaz hatin girtin. Li Osmaniyeyê Hevserokên HDP'a Bajêr Yulsel Tecik û Behiye Tan, Hevserokên HDP'a Navçeya Navendî Celal Korkmaz û Kevser Aycan û rêveberên HDP'ê Mustafa Şakir û Lezgin Akgul ên hefteyek berê hatibûn binçavkirin, îro piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 6 HDP'iyên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin wergirtin bi tawanbariya "Endamtiya Rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadweriya lêpirsînê hatin kirin. Tan, Aycan, Şakir û Akgul bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, Yuksel û Korkmaz jî hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê.