Heta 5 rojan parêzer li Rojnameger Duman qedexe kirin 2017-01-21 13:20:08 WAN- Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medyayê Hasan duman hate binçavkirin. Dozger heta 5 rojan hevdîtina parêzeran li Dûman qedexe kir. Li Wanê belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demkrasî û Rojava Medyayê Hasan Duman ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Duman ê duh êvarê li navenda bajar hat binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar û sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Duman ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî daye rêxistinê" hat binçavkirin, heta 5 rojan ziyareta parêzeran li wî qedexe kirin.