Duh li Sêwasê îro li Şirnexê Madimak! 2016-11-20 09:07:15 ŞIRNEX - Tu cudahiya Kolana Madimakê ya Şirnex û wehşeta Otela Madimakê ya Sêwasê tuneye. Li Sêwasê 33 can çûn û li pey xwe êşek giran hişt, li Şirnex Kolana Madimakê çû û li pey xwe du avahî û tabeleyek li ser, "Kolana Madimakê" nivîsî hişt. Lê gelê Şirnex hêviyên xwe ji axa xwe qut nekiriye û ji bo avakirinê dest avêtine bermahiyên hilweşandina 8 mehan. Li Şirnex 7 tax hatin hilweşain û Taxa Yenî yek ji van taxan e. Di nîveka taxê de du ava li ser piyan mane û tabeleyek navê kolanê li ser. Dema çavên me li tabeleya ku li ser, "Kolana Madimakê" nivîsiye ket qetlîama Madimakê ya 1993'an ku 33 nîvîskar û rewşembîran jiyana xwe ji dest dabû hat bîra me. Cih û dîrok hatibe guhertin jî Madimak carek din rastî hovîtiyê hatiye. Li Kolana Madimakê tenê ji bo 2 avahiyan biryara hilweşandinê derneketiye û malbatên piştî qedexeyê vegeriyane bajêr dest bi serûberkirina xaniyên xwe kirine. DEMJIMÊR 07.00'E... Derdora xaniyê malbata Cesûr hemû bûye bermahiyên hilweşadina avahiyên cîranê wan. Dîwar, derî, şibak û hundirê malê nesibê xwe ji êrîşan girtiye. Lawikê malbatê bi destê xwe dîwarê xanî yê zerar dîtî siwax dike. Dayîka Hatîce Cesûr bîdonek avê daniye ser milê xwe û ber bi malê ve hêdî hêdî dimeşe. Dayîka Hatîce dimeşe, wext derbas dibe lê saeta ku li erdê, di nava molozan de tevnagere, dem rawestiyaye. Demjimêr bûye 07.40 û saet li erdê ketiye, ji bo vê taxê êdî jiyan raswestiyaye... 'AV TUNEYE, CERYAN TUNEYE...' Dema dayîka Hatîce bîdonê avê yê ku ji taxa jor anî bi cih kir li ser kevirekî rûnişt û ji bo pêşerojê dest bi dûayan kir. "Av tuneye, ceryan tuneye, ez û kurê xwe di vî xanî de dijîn." Dayîka Hatîce rewşa xwe wiha tîne ziman. Di dema qedexeyê de jî di konan de li ber xwe daye dayîka Hatîce û piştî konê wê hatiye hilweşandin berê xwe daye taxa xwe. Her çiqas mala dayîka Hatîce û cîraneke wê mabe jî ji bo jiyan berdewam dike. Ji bo ku vegerin bajarê xwe 8 mehan li derdora Şirnex di konan de mane û niha jî zivistanek dijwar li benda wan e. 'GER JI BER VAN CILAN BE BILA ME BIKUJIN' Hevjînê dayîka Hatîce, Ahmet Cesûr cilên gelêrî li xwe kiriye û di nava girên betonê de dimeşe. Dema nêzîk dibe dayîka Hatîce dikeve, "Tu bi van cilan derketî derve, haydar be wê te bikujin" henekên xwe dike. Bişirînek dikeve ser rûyê Ahmet Cesûr û "Eslê me ev e, ger wê ji ber vê yekê me bikujin, bila bikujin" ev gotin giradana gelê Şirnexê ya bi eslê wê ve dide nîşan. DOTMAM Û PISMAM NÛ HEV NAS DIKIN Di kolanek din a taxê de avahiyek 5 qat maye û ji şopa guleyan avahî bûye serad. Malbat ji aliyekî ve hewl dide cardin di avahiya xwe de cih bibe ji aliyekî ve kêm û kasên avahiyê çareser dike. Di odeyeke ku malbat nû bi cih bûye sobeya daran pêketiye û zaroka 4 mehî Xezal ji xew rabû. Di qedexeyê de ew û pismamê wê Bahoz ji hev dûr ketine û cara ewil e ew hev dibînin, hev nas dikin. SALNAME 14'Ê ADARÊ NÎŞAN DIDE Di daîreyek din ya avahiyê de her tişt weke 8 meh berê ye. Bi dîwarekî ve salnameyek mirov pêşwazî dike. Salname di 14'ê adarê yanê roja destpêkirina qedexeyê de rawestiyaye. Diyar e ku malbatê bi lez û bez ji malê derketî. Di odeyek din de dêrguşa zarokekî û di hundirê dêrguşê de pitikek pêlîstok. Solek a zarokan li aliyek din û cil û bergên zarokan. Wisa dixweyê ku ev ode ya zarokên malê ye lê ne malbat ne jî zarok yên berê ne. Nedim Oruç-dihaber