Li Artukluyê qedexeya deketine derve 2017-01-22 15:26:37 MÊRDÎN - Li gundê Sulak ê Artukluyê ku operasyona leşkerî hat destpêkirin, qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gundê Sulak ê navçeya Artukluya Mêrdînê opersayona leşkerî hat destpêkirin. Li herêma ku şer lê tê jiyîn hat îdîakirin ku endamekê PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û operasyona leşkerî ya li herêmê didome. Walîtiya Mêrdînê ku derbarê operasyonê de daxuyaniyek da diyar kir ku li gund qedexeya derve hatiye îlankirin.