Girtîgeha Şakranê kirine navenda îşkenceyê 2017-01-24 09:10:17 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Şakranê, hat diyarkirin ku destguvaştina girtiyan a bi malbatên hatin hevdîtinê wek hincet hat nîşanda û ji aliyê gardiyanên ku kincên robokopî li xwe kirine bi awayekî giran hatine derbkirin. Bi OHAL'ê re li girtîgehan, li dijî girtiyên siyasî her diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 û 4'an ên Şakranê û li Girtîgeha Jinan a Şakranê binpêkirinên mafan gihaştin asta herî jor. Ji Înîsyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Selma Altan a di nav heyeta ku li Girtîgeha Şakranê bi girtiyên jin û mêr re hevdîtin pêk anî de cih girt got, li girtîgehê binpêkirina mafan hatiye asta îşkenceyê. ‘ÎŞKENCEYÊN LI GIRTÎGEHA MÛŞÊ DIKIR REFERANS NÎŞAN DIDE' Altan, ragihand ku Mudurê Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê piştî tayînî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Şakranê bûye, li girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye û got, mudurê ku berê li Girtîgeha Mûşê peywirdar bû bi gotinên wek "Tiştên min li Mûşê kirin ez ê li vir jî bikim" gefan li girtiyan dixwe. Altan anî ziman ku, li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan girtiyên nexweş 2 meh berê daxwaza sewqa nexweşxaneyê kirine û hîn jî ew sewq nekirine û diyar kir ku, yên birine nexweşxaneyê jî, bêyî bên muayenekirin ew anîne girtîgehê. ‘JI BER DESTÊ MALABATN GUVAŞTIN HATIN DERBKIRIN' Altan diyar kir ku, li girtîgehê Tîpa T a Jimare 2'yan, li qawîşên 12 kesî herî kêm 18 girtî tên ragirtin û ji ber cih tune ye hin girtî li erdê radikevin û wiha axivî: "Li Tîpa T a Jimare 2'yan, ji ber girtî li ber stranên kurdî govend gerandine bi îdiaya 'Bi kurdî panîkê diafirîne' ji bo mehekê cezayê dîsîplînê hatiye dayîn. Di heman demê de, ji ber di dema hevdîtinên vekirî de girtî destên malbatên xwe guvaştine, ev destguvaştin wek hincet hatiye nîşandan û ji aliyê gardiyanên bi kincên robokopî ve bi awayekî giran hatine derbkirin. Hemû mafên civakî yên girtiyan hatine qedexekirin, giritiyên derdikevin hewadariyê jî ji bo wan qedexeya nehvdîtinê hatiye dayîn." ‘LI YA JIMARE 4'AN SEPANDINÊN KÊFÎ GIHAŞTIN ASTA HERÎ JOR' Altan, ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 4'an jî, tim li ser lingan hejmarî li girtiyan tê ferzkirin, dema dertên hewadariyê tim derxistin û lixwekirina pêlavan li girtiyan tê ferzkirin û wiha axivî: "Qerta stuyan li girtiyan ferz kirine. Pirtûkên bi riya PTT'ê ji girtiyan re tên şandin, gardiyan bi hinceta hin peyvên di nav wan de naecibînin nadin girtiyan. Ji girtiyan yek jî atlesek xwetsiye û ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta di atlesê de 'gund, çem û çiya bi awayekî hurguliyane hatine nîşandan' nehatiye dayîn. Girtiyan ferheng xwestiye, lê bi hinceta 'rûpelên wê zêde ne û zaf qalind e' nehtaiye dayîn." Altan got, girtiyêns ewqî Jimareya'an hatine kirin lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û her wiha girtiyên ev ferzkirin qebûl nekirine jî, bi awayekî giran hatine derbkirin û derpêş kir ku, li girtîgehê meşa yek rêzî li girtiyan tê ferzkirin. BI ŞEV SERDEGIRTINA QAWÎŞÊN JINAN Altan dest nîşan kir ku, li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî lêgerîn veguherîne rewşeke rûtîn û wiha domand: "Polîs bi şev bi ser qawîşên jinan de digirin. Bi zanebûnî eşyayên girtiyan tên belawelakirin, pêl wan tê kirin. Girtiyên li dijî vê dertên jî, rastî cezayê dîsîplînê tên, înfaza wan tê şewitandin."