'Êdî naxwazim careke din kurê min leşkeriyê bike 2017-01-24 09:12:11 MELETÎ - Serokê Lijneya Rêveberiya borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey, bavê Binefser Semih Ozbey ê 16 meh berê li Dersimê ji aliyê PKK'yiyan ve hatibû destserkirin, got ji bo tiştek neyê serê kurê wî wî gelek caran bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtin pêk aniye, lê heke tiştek bê serê kurê wî ew ê roja mehşerê dozdarê wan be. Rayedarên dewletê, li hemberî destserkirina leşker û polîsên ku ji aliyê PKK'yiyan ve di dîrokên cuda de hatine desteserkirin hîn jî xwe li bêdengiyê datîne. Di 17'ê Îlona 2015'an de li Geliyê Pilumuriyeya Dersimê di dema venêrîna rê de Binefser Semih Ozbey ji aliyê PKK'yiyan ve hatibû girtin. Herî dawî Ozbey di vîdeoyeke ku di 1'ê Çileya 2016'an de axivî û wiha gotibû: "Dixwazim aştî bibe serwerê hemû cîhanê. Dixwazim sala nû bi aştiyê re bê" û ji wê rojê ve tu agahî ji nehatine wergirtin. Bavê Ozbey, Serokê Lijneya Rêveberiya Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbet-y xwest, bila êdî dawî li şer bê. Ozbey diyar kir ku, dayika kurê wî ji xwe nexweşa pençeşêrê ye û wiha axivî: "Di ser re 16 meh derbas bûn, ji wê rojê heta niha li bavekî, dêyekê, zarok, xwişk û birayan bifikirin. Em heta niha wek zindiyekî mirî dijîn, her rojê me xemgînî ye, tarvma ye." ‘JI BO DAWÎ LI OPERASYONAN BÊ HER TIM TÊKOŞIYAM' Ozbey, diyar kir ku ji roja ku kurê wî hatiye desteserkirin heta niha wî her li dijî operasyonên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kirin têkoşiyaye û wiha got: "Ji bo dawî li operasyonan bê, çûm Dersimê û bûm mertalê zindî. Min got, divê dawî li vî şerî bê, yê dimirin zarok, keç, kur, xwişk û birayên me hemûya ne. Heta niha her ji bo vê têkoşiyam." ‘XWEGIHANDINA ZAROKÊN ME BI AŞTIYÊ PÊKAN E' Ozbey, ragihand ku ji bo dawî li vî şerî bê û dubare "pêvajoya çareseriyê" dest pê bike wî gelek caran bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtin pêk aniye û wiha got: "Min gelek caran diyar kir ku divê dawî liv î şerî bê. Lê mixabin heta niha herdu alî jî vî şerî didomînin û em hatin roja îroyîn." Ozbey diyar kir ku, tekane xwesteka wî ew e ku, tevî kurê wî hemû leşker û polîsên hatine desteserkirin bigihên malbatên xwe û dest nîşan kir ku, tekane riya vê jî bi aştiyê pêkan e. ‘EZ Ê LI MEHŞERÊ DOZDARÊ SEROKOMAR BIM' Ozbey dest nîşan kir ku, ew her orj bi kesên ku hevdîtinê bi wan re pêk tîne behsa tiştên ku dê aştî bi xwe re bîne dike û dest nîşan kir ku, ji bo dawî li ser bê ew ê her bitêkoşe. Ozbey wiha axivî: "Di demên dawî de digotin, 'Em ê li Qendîlê operasyonan pêk bînin.' Min ev rasterast ji Serokomar û Serokwezîr re got. Min got, 'Teqez, na, zarokên me li wir in. Heke xesarek bigihîje zarokên me roja mehşerê ez ê dozdarê we bim.' Êdî bes e, dixwazim sax silamet zarokê min bînin, daxwaza min ev e." Ozbey diyar kir ku, ji roja ku kurê wî hatiye desteserkirin heta niha tu rojeke wan xweş nebûye û wiha got: "Dê piştî vê saetê şûnde kurê min leşkeîr meşkeriyê neke, ji xwe qet naxwazim bike jî. Dê bi riyeke din bikeve pêyî nanê xwe." Nuri Akman-Mujdat Can - Dîhaber