Nimêja Înê jî wek propagandaya rêxistinê hat hesibandin! 2017-01-24 09:13:29 MANÎSA - Li Tûrgûtlûyê, 5 kesên bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatin girtin, delîlên der barê wan de skandal in. Edakirina Nimêja Înê, parvekirina wêneyên kurê xwe yê jiyana xwe ji dest da û wek karker çûyîna Kurdistana Federal, propagandaya rêxistinê hat hesibandin. Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, endam û rêveberên HDP'ê Ersin Yaşar, Sabir Guler, Maşallah Temel, Abdulvahap Çelik û Memduh Dinekli yên di 24'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin, piştî 25 rojên binçavkirinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hatin kirin û ji ber parvekirinên civaka medyayî, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê hatin girtin. 5 kesên demek dirêj li muduriyeta polîsan hatin ragirtin û nehiştin parêzerên wan jî bi wan re hevdîtinê pêk bînin, li dadgehê delîlên derketin pêşiya wan balê dikêşin. STRANA GOT DELÎL HAT HESIBANDIN Abdulvahap Çelik, ji ber wêneyê xizma xwe Ruken Demir a demek dirêj e agahî jê wernagirin, li ser hesabê xwe yê civaka medyayî parvekiriye, ew wêne wek delîla sûcî hat hesibandin. Her wiha, straneke ku Çelik de 2016'an de ji bo gereke turîstik diçû Mêrdînê û di otobêsê de git jî bû cihê lêpirsînê. Çelik ê di otobêsê de strana "Ha Gerîlla" got, vîdeoyê wî yê li ser civaka medyayî hat parvekirin di dosyeyê de wek delîl hat hesibandin. NIMÊJKIRIN PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ HAT HESIBANDIN Her wiha, di lêpirsînê de Nimêja Înê ya Sivîl ku beriya hilbijartina 2011'an bi beşdarbûna namzetê parlementeriyê Osman Ozçelik li zeviyekî vala hat edakirin jî, derket pêşiya Çelik. Li zeviyekî vala bi awayekî tomerî edakirina Nimêja Înê wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin. JI BO XEBATÊ ÇÛ DUHOKÊ, BI 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ' HAT HESIBANDIN Maşallah Temel, di sala 2012'an de ji bo xebatê wek karker çû bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federal, lê ev çûyîna wî wek sûc hat hesibandin. Her wiha Temel ê bi "Endamtiya rêxistinê" jî tê tawanbarkirin, got ew bi riyên qanûnî çûye Duhokê, lê li ser vê jî çûyîna wî wek tawanbariyê hat dîtin. PARVEKIRINA WÊNEYÊN KURÊ XWE, SÛC HATIN HESIBANDIN Memduh Dinekli, ji ber wêneyên kurê xwe Ferhat Dinekli yê di Mijdara sala çûyîn de li Cizîrê hat qetilkirin parvekiriye, ev parvekirin sûc hat hesibandin. Axaftinên Dinekli yên di merasma cenzayê kurê xwe de kiriye jî di dosyeyê de cih girtin û Dinekli di parêziya xwe de dest nîşan kir ku, parvekirina wêneyên kurê wî wek ne sûc e. Heyeta dadgehê, derpêş kir ku her 5 kes "Propagandaya rêxistinê" kirine û biryara girtina wan de û ew şandin Girtîgeha Manîsayê.