Êzîdî li kampa AFAD a Mîdyatê ji mafê xwe bê par in 2017-01-24 09:54:28 MÊRDÎN – Êzîdiyên sewqî Kampa AFAD a Mîdyatê hatin kirin, ji hemû mafê xwe yê xweser bê par tên hiştin. Mafê îbadet, tenduristî û çandê ji destê wan tên girtin. Kesên beşdarî cenazeyên xwe bûn jî rastî gefa dûrxistina kampê hatin. Êzidiyên Şengalê piştî fermana 73’an dîsa berê wan ket rêya koçberiyê. Dîsa bûn koçber û bêwar. Êzîdiyên ji Şengalê Koç kirin û hatin Amedê ji aliyê şaredariya Yenîşehîrê ya DBP'î ve hatin hembêzkirin. Lê piştî tayînkirina Qeyyumê cara duyemîn hatin koçberkirin û sewqî Kampa AFAD a Mîdyatê hatin kirin. Êzîdiyên ku piştî ji şengalê koç kirin û di rêya koçberiyê de rastî gelek zor û zahmetiyan hatin niha li kampê ji mafê xwe bê par tên hiştin. Êzidiyên ku nêzî 2 salan li Kampa Fîdanlik a Şaredariya Yenişehirê man, bi tayînkirina Qeyûme re serê salê şandin Kampa AFAD a Mîdyatê. Niha li vê kampê Êzidiyên şengalê û erebên ji Sûriye hatine bi hevre hatin bicihkirin. YÊN JI AMEDÊ HATIN KARTÊN WAN ÊN XWARINÊ NEHATIN DERXISTIN Êzîdiyên li kampa AFAD a Mîdyata Mêrdîn ligel erebên Sûriyê hatin bicihkirin, heftê rojekê dikarin derkevin sûkê û pêdiviyên xwe temîn bikin. Êzidiyên ku derdikevin sûkê di saetên serê sibê de li dolmîşan suyar dibin û diçin Sûkê. Li gorî derfetên xwe pêdiviyên xwe distînin. Êzîdiyên ku li gel koçberê Sûriyeyê yên ereb di kampê de dimînin rastî cudahiyê tên. Dema nexweş dikevin nikarin biçin nexweşxaneyê. Êzîdiyên ji Amedê hatin karta wan a xwarinê nehatiye derxistin û nikarin ji mafê xwe yê xwarin, tenduristî û îbadetê sûd bigirin. Êzidyên ku nexweş dikevin bi pereyên xwe îlacan digirin û bi pereyên xwe diçin doktor. Êzdiyên ku divê karta xwarinê ya heftane 100 TL yê ji bo xwarinê didin wan hêj kartên xwe negirtine. Heta niha nêzî 200 penaberên êzîdî yên ji Amedê li vir hatin bicihkirin hêj kart ji wan re nehatiye derxistin. Êzîdiyên ku hêj kartên wan ên pêdiviya xwarinê nehatine derxistin, bi piştevaniya şêniyên din ên êzîdî tê pêşwazikirin. Êzîdiyên ku ditirsin pirsgirêkên xwe parve bikin, tirsa wan a herî mezin jî ji kampê bên dûrxistin û ji hevalên xwe yên êzîdi bên qutkirin. Êzîdiyê 40 salî Xeleb Alî, di êrîşa DAÎŞ'ê de ji Şengalê derket û bû koçber. Li gel 3 keç û kurekî xwe koçber bû. Mabata Alî 2 şevên xwe li Çiyayên Şengalê derbas kirin û dîsa ketin rêya koçberiyê. Malbata Alî ji ber parastina YPG'ê ya çiyayê Şengalê wan 2 şevan ji bîr nakin û xwe ji bo şervanên YPG’ê deyndar dibînin. Malbata Alî ji şengalê derbasî Zaxo û ji wir jî derbasî Tirkiye dibin. Malbata Alî dema derbasî Tirkiye dibin tên li Kampa Mîdyatê bi cih dibin. Ji ber sedemekê diçin Iraqê û di vegerê de dîsa nikarin derdbasî kampê bibin û tên li Kampa Amedê ya Fîdanlikê bi cih dibin. CENAZE NAS NAKIN Alî da zanin ku hefteyaborî xizmekî xwe winda kirin û xwestin cenazeyê wî derbasî Şengalê bikin û wiha got: “Me xwest cenazeyê xwe bibin Şengalê û li ser axa xwe defin bikin. Ji malbate tenê destûrê didin kesekî an jî destûr nadin. Ew kesê ku bi cenaze re biçe hin caran destûr nadin ku dîsa li kampê jî vegere. Ji ber vê tirsê mirov ditirse ku bi cenazeyê xwe re sînor derbas bike. Em li vir nikarin bi aramî û hesanî îbadetê bikin. Li gorî çand û baweriya me divê em serê sibê, nîvro û rojava berê xwe bidin tavê û îbadetê bikin. Lê li vir zahmet e. Em ji ber DAIŞ'ê reviyan hatin vir. Lê niha em di nava ereban de bi cih kirine. Ev me dixe nava fikaran." EM DIÇIN DOKTOR DIVÊ EM PERE BIDIN Yek ji êzîdîyê ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê koçî Tirkiye kir û ji Amedê sewqî kampa Mîdyatê kirin Qasim Baco yê 70 salî ye. Baco, diyar kir ku dema ji Şengalê koçber bûn tenê bi cilên li ser xwe hatin û wiha got: "Dema em diçin doktor pere ji me dexwaze. Lê pere li ser me çi digere. Koçberên erebên sûriyê dema diçin doktor pere ji wan naxwaze û wan muayine dike. Lê dema em diçin doktor pere ji me dixwaze. Em nikarin sûdê ji pêdiviyên xwe yên tenduristiyê bigirin. Dema em diçin cenazeyê xwe jî em rastî astengiyan tên. Dema em li kampa Amedê bûn em bêtir azad bûn. Pêdiviyên me dihatin temînkirin. KAMPA MÎDYATÊ WEKÎ GIRTÎGEHÊ YE Êzîdiyê bi navê Xudeda Mihammed jî anî ziman ku wan ji Şengalê koçî Roboskê û ji wir jî koçî Şirnex û Amedê kirin û wiha got: "Dema em li AMede bûn şert û mercên me baş bûn. Şaredariyê û gel alîkarî da me. Her tiştê xwe bi mere parve kir. Em li vir nikarin tiştekî bikin. Dewletê em bi zorê anîn vir. Hêj karta erzaq nedane me." Hevsera Xudeda Koçer Mihemmed jî anî ziman ku jiyana wan a serê sibê bi îbadet û duayan dest pê dike û her serê sibê berê xwe didin tavê û dua dikin, lê li vir ew şertê wan tune ye." Dicle Muftuoglu/ Aynur İnedi - dihaber