Doza cînayetên Parisê betal bû 2017-01-24 11:30:34 AMED - Doza der barê cînayeta 3 jinên kurd ên siyasetmedar de hat vekirin, bêyî bê dîtin betal bû. Siyasetmedarên kurd ên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin kuştin. Der barê cînayeta 3 jinên kurd ên siyasetmedar de doz hat vekirin. Lê doza ku hat vekirin bêyî bê dîtin betal bû. Çavkaniyên edlî yên ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku doza piştî cînayetên Cansiz, Dogan û Şaylemez hat vekirin, piştî bersûcê dozê Omer Guney mir, doz betal bû. Beriya rûniştina dozê 36 roj berê bersûc Guney, di 17'ê kanûnê de mirî hat dîtin. Ger ku nemira dê derxistina pêşberî dadgehê. Rûniştina dozê dê di 23'ê Çile û 24'ê Sibata 2017'an de bihata dîtin.