Dîwarê li ser sînor silava wan jî qut kiriye 2016-11-14 09:15:38 RIHA - Minewer Sîmay a ku di 15 saliya xwe de ji Serêkaniya Binxetê derbasî Serêkaniya Serxetê bû û niha li Serêkaniya Serxetê dijî, diyar kir ku berê dikarîbûn li pişt têlan silav bidana hev, lê êdî dîwar hatiye lêkirin û dengê hev jî nabihîzin. Minewer Simay a 51 salî hêj 15 salî bû ji Serêkaniya Binxetê derbasî Serêkaniya Serxetê bû û li vir bi cih bû. Sîmay ku li Serêkaniya Binxetê navê wê Rojîn bû, piştî têl derbas kirin û hat Serxetê navê wê kirin Minewer û qeyd kirin. Minawer Simay, piştî hat Serxetê û li Serêkaniya Rihayê zewicî, di her cejn de diçû ser sînor û li pişt têlan silav dida malbata xwe. Lê piştî dîwarên betanî li ser sînor hatin lêkirin êdî nikare silavê bide xizmên xwe û nikare dengê wan bibhîze. Simay, diyar kir ku berî diwar bê lêkirin dikaribû di cejnan de hev bidîtina û dengê hev bibhîstina, lê hikûmetê piştî 27’ê kanuna 2014’an dest bi lêkirina dîwar kir û di navbera serxet û binxet de dîwar lê kir û wiha got: "Dîwar 5 metre bilind û hemû sinorê serxet û binxet ji hev qut kiriye. Ev du salin em nikarin di cejnê de hev silav bikin û cejna hev pîroz bikin. Dîwarê beton hemû têkiliyên me qut kiriye. Êdî cejn jî tune ye. Her kes maye li cihê xwe. Êdî kes kesî nabîne û nabihîse. Em carnan telefonê ji hev re vedikin. Ji mere dibêjin ‘em li vir azadin’ lê em jî li vir di bin zilmê de ne. Zarokên me ji kar diavêjin û hertim bi ser malên me de digirin.” Sîmay, çêkirina dîwar şermezar kir xwest demildest dîwar bê rakirin, Dîwar di 27'ê kanuna 2014'an di navbera Serêkaniya binxet û serxet de hat avakirin.