Ayla Akad ji doza 8'ê adarê beraet bû 2017-01-24 12:09:08 ŞIRNEX - Ayla Akad Ata ji doza Silopî ku ji ber axaftina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kiribû dihat darizandin beraet kir. Rûniştina doza Berdevka KJA'yê Ayla Akad Ata ku ji ber axaftinek di 8'ê adara 2013'an li Silopî kiribû bi hinceta, 'li hember kanûna meş û xwepêşandanê muxalefetek kiriye' li 1'emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Silopiya hat dîtin. Parêzerên Akad' Gulşen Ozbek û Zozan Açar tevlî rûniştinê bûn. Parêzer Ozden di parastina xwe de got ku armanca pîrozkirina 8'ê li Silopî jî li her dera cîhanê jî wek hev e û ew beraeta muwekîla xwe dixwaze. Piştî parastina Parêzer Açar heyeta dadgehê biryara beraeta Ayla Akad Ata da.