Lêgerîna li şaredariyê ev du roje didome 2017-01-24 12:46:27 AGIRÎ - Piştî polîsan bi ser Şaredariya Bazîdê de girtin, lêgerîna li şaredariyê ev 2 roje didome. Piştî duh polîsan bi ser Şaredariya Bazîdê ya Agiriyê de girtin, lêgerînên hatibûn destpêkirin didomin û xebatkarên şaredariyê yên ku serê sibê çûn şaredariyê rastî astnegiya polîsan hatin. Xebatkarên ku nekarîn bikevin şaredariya di bin dorpêça polîsan de ye bi hinceta ‘lêgerîn didome’ paşde hatin vegerandin. Li aliyê din, duh di saetên serê sibê de 13 kesên ku di nava wan de Hevşaredar Delal Tekdemîr û Murat Rohat Ozbay jî hene hatibûn binçavkirin û li Midûryeta Polîsan a Uluyol a Bazîdê tên ragirtin. Di operasyona li navçeya Tutax a Bazîdê de jî Hevşaredarê Tutaxê Firat Ozturk ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û 9 kesên ligel wî hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Agiriyê. Di çarçoveya operasyonê de ji berk u 3 kesên ne li malê bûn lêgerîna wan didome.