Ji Astanayê daxuyaniyên bi nakok 2017-01-24 13:01:39 ENQERE - Nûnerê Taybet ê NY'ê yê Sûriyeyê Mistura têkildarî hevdîtinên li Astanayê diyar kir ku ew ji encamnameyê ne dûr in. Berdevkê muxalifan ên ji çavkaniyên din re axivîn jî gotin: "Tu daxuyanî nayê îmzekirin" Hevdîtinên li Astana di roja duyemîn de berdewam dike. Bi tevlêbûna Rusya, Tirkiye û Îranê li ser Krîza Sûriye hevditin didomin. Hat diyarkirin ku di civîna duh de bêyî encamek derkeve hevdîtin bi dawî bû. Di roja duyemîn de civîn bi niqaşan didome. Di roja duyemîn de muxalifên di pêşengiya Tirkiye û Katarê de amade bûn. Berdevkê muxalifan ku ji çavkaniyên cuda re axivîn, diyar kir ku tu encamnameya ku di zîrveyê de bê îmzekirin tune ye. Berê hat diyarkirin ku Rûsya û Tirkiye li hev kirine û di metnê pêşnûmeyê de tê pêşdîtin ku lihevhatina li ser agirbesta ji 3 milî pêk tê bê îmzekirin. Tê diyarkirin ku Tirkiye, Rûsya û Îran rêxistinên DAİŞ û El Nusra wekî rêxistinên terorîst tehadut dike û li hev kirine ku li dijî van rêxistinan bi hevre şer bikin. Tê diyarkirin ku ev encamname ji bo Rusya û Rejîma Suriye wekî tawîzê ye û kesên muxalif bêzar dike. MİSTURA: EM NE PIR DÛRÎ ENCAMNAMEYÊ NE AFP'ê têkildarî daxuyaniyan nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeyê Nûnerê Taybet ê NY'ê yê Sûriyeyê Mistura têkildarî hevdîtinên li Astanayê diyar kir ku ew ji encamnameyê ne dûr in ZEYD: ME PÊŞNÛME NEDÎT Li ser navê muxalifan Usame Ebu Zeyd, jî diyar kir ku wan der barê gav avêtina ji bo agirbesta ji Rusya taahhut girtine û wiha got: "Em ne tenê ne li benda gotinê ne. Em dixwazin vê yekê têxin meriyetê jî. Heta niha li ser metna encamnameyê niqaş hatin kirin. Me pêşnûma nedîtiye. Bi mere nehatiye parvekirin.