Li Girtîgeha Şakranê çalakiya ‘derneketina hevdîtinê’ 2017-01-24 13:31:24 ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha T4 a Şakranê Îzmîrê dimînin, li dijî binpêkinên mafan û zextan diyar kirin ku wan çalakiya “derneketina hevdîtinan” dane destpêkirin. Girityên li Girtîgeha T4 ên li Şakrana navçeya Alîaga ya Îzmîrê diyar kirin ku wan li dijî ferzkirina qerta berstû, zext û binpêkirinên mafên wan biryar girtine ku dernekevin hevdîtinên vekirî û mafê telefonê bikarneyînin. Girtiyên bi riya malbatên xwe daxuyanî dan, bi lêv kirin ku heta şert û mercên girtîgehê baş nebin ew ê çalakiya xwe bidomînin.