Li Sêrtê qeza: 15 kes birîndar bûn 2017-01-24 14:02:55 SÊRT - Li Dihê mînîbusa rêwiyan qeza kir û di encamê de 15 kes birîndar bûn. Li gundê Şavura ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê, di saetên serê sibê de mînîbusa ku diçû navenda bjar û gelek rêwî têde hebûn ji ber ajokar vîraja xwe ne girt qulipî şarampole. Di qezaya li nêzî pira li gundê Xerte pêk hat de zarok û jin jî di nav de 15 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansên hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên cuda yên Sêrtê û hat zanîn ku tahlukeya jiyana birîndaran tune ye.