'Ji bo çareseriya demokratîk divê Ocalan bê berdan' 2017-01-24 15:43:33 ÊLIH - Delegasyona KCD’ê ya Êlihê derbarê agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û da zanîn ku ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratik bê çareserkirin divê demildest Ocalan serbest bê berdan. Li Êlihê çalakiya ji bo tendirûstiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her hefte tê li darxistin, di hefteya 4’emîn ji aliye Delegasyona Kongreya Civaka Demoktarîk (KCD) ve hat pêkanîn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî civîna li avahiya BDP’ê ya navçeyê pêk hat bûn. ‘DIXWAZIN KCD’Ê DERXÎNIN DERVEYÎ SIYASETÊ’ Li ser navê Delegasyona KCD’ê Adîl Erîn, axivî. Erîn, da zanîn ku KCD kirine hedef, dixwazin derxînin derveyî siyasetê û wiha got: “Armanca KCD’ê ew e ku ji bo pirsgirêkên gelê herêmê yên wekî tendirûsti, perwerde, aborî û hiqûqê çareser bike ye. Her wiha rêxistineke ku ji bo gelen herêmê xwe bi xwe rêve bibin siyasetê dike. Rol û mîsyona KCD’ê eve. Wekî hevparên KCD’ê bang li hikûmetê dikin. Divê demildest, dest ji zîhniyeta îtîhat û terakî bê berdan, tecrîda li ser birêz Ocalan e bê rakirin, şertên muzakereyên bên avakirin û ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin divê demildest Ocalan bê berdan.” Piştî axaftinana civîn bi dawî bû.