Ferhat Tunç serbest hat berdan 2017-01-24 17:51:04 STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç ê li ser giliyê Parlementerê AK Partiyê Orhan Miroglu hat binçavkirin, piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan. Hunermend Ferhat Tunç ê li ser giliyê Parlementerê AK Partiyê Orhan Miroglu der barê wî de lêpirsîn hat vekirin, îro danê sibehê di çarçoveya heman lêpirsînê de bi ser mala wî ya li Esenyurtê hat girtin û hat binçavkirin. Tunç, piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan. Tunç, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îfade da.