Qeyûm tayînî Şaredariya Bazîdê hat kirin 2017-01-24 19:21:30 AGIRÎ - Li şûna Hevşaredarê Şaredariya Bazîdê Rohat Ozbay ê duh di serdegirtina malê de hat binçavkirin û hîn jî di bin çavan de ye, Qaymeqam Ulaş Akhan wek qeyûm hat tayînkirin. Li Agiriyê, duh danê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredarê Şaredariya Bazîdê Rohat Ozbay de girt û Ozbay binçavkirin. Piştî binçavkirina Ozbay, li şûna wî Qaymeqam Ulaş Akhan wek qeyûm hat tayînkirin. Piştî lêgerînên li avahiya şaredariyê, hîn jî li hawirdora şaredariyê rawestandina polîsan didome.