Gelo pisîkên Wanê tune dibin? 2017-01-25 09:13:11 WAN – Pisîka Wanê ya çaveke wê hêşîn, çavekî wê jî bi rengê kehrebarî ye û bi sedansal e ji aliyê gelê herêmê ve wek ferdeke malbatê tê dîtin niha neslê wê bi tunebûnê re rû bi rû maye. Pisîka Wanê, ya esaleta xwe bi mûyên xwe yên spî dide der û di nav çeşnên pisîkan de tekane pisîk e ku di avê de dikare sobeberiyê bike, rengê çavekî wê hêşîn, rengê çavekî wê jî kehrebarî ye. Her çiqas orîjîna wê tam neyê zanîn jî, bi sedansal e li herêmê dijî û agahiyên der barê wê de li ser zînet û mohrên Hîtîtiyan tê dîtin. Di serdemên ku Romayî serwerê herêmê bûn, li ser ala û mertalên şerî dihat resmandin û di nav gelê herêmê de wek "Pişîk" tê bi navkirin. Pisîka Wanê, li cem gelê herêmê tenê ne wek heywaneke xişr û neşirê, her wiha wek ferdeke malbatê jî tê dîtin. Pisîka Wanê, di zivistanê de ji bo xwe ji sermayê biparêze, mûyên xwe yên spî û wek hevrişîmê bi qasî du qatan zêde dike. ÇAVEKÎ WÊ HÊŞÎN, ÇAVEKÎ WÊ KEHREBARÎ YE Pisîka Wanê, bi sê rengên çavên xwe ji pisîkên din cihê ye. Berkesê pisîkên din, li nav avê dikara sobeberî bike û bi avê dilîze. Ji ber jîr in, perwerdekirina wan hêsan e û di warê paqijiyê de jî ji mûyên xwe tîtîztir in. Beriya xwarina xwe bixwin bi pepikên xwe xwarnê kontrol dikin û têkiliya di navbera wan de têkiliyeke cuda ye. Li hevkirina pisîkên mê nermtir û baştir e, lê yên nêr tim li dor rikberiyekê diçin û tên. ‘WEK FERDEKE MALÊ TÊ DÎTIN' Gerînendeyê Navenda Lêkolîna Pisîka Wanê Prof. Dr. Abdullah Kaya yê ji bo nesla pisîkên Wanê biparêze û formên wan zêde bike xebatan dimeşîne, anî ziman ku pisîkên Wanê li peravên Gola Wanê, li çiyayên Wanê bi awayekî nîvkedî dijiyan û wiha domand: "Lê ev pisîk paşê li malan dest bi jiyînê kirin. Çimkî, di navbera ferdên malê û Pisîka Wanê de pêwendiyeke hestiyarî heye, carinan dixeyide, carinan dilîze û bi wan re li ser heman sifreyê rûdinê û xwarinê dixwe. Pisîka Wanê ji ber taybetmendiyên xwe, di dîrokê de her wek ferdeke malbatê hatiye dîtin û ev taybetmendî, wê ji pisîkên din cuda dike." ‘YÊN ÇAVEKÎ WAN TURKUAZ Û ÇAVEKÎ WAN KEHREBARÎ TUNE DIBIN' Kaya, got ew hejmara pisîkên Wanê zêde dikin û wiha axivî: "Malbatên Pisîka Wanê xwedî dikin, pisîkên xwe tînin vir û bi kîjan pisîkê re bixwazin wan didin cotkirin. Bi vî awayî em alîkariya domandina nesla wê dikin." Kaya, dest nîşan kir ku pisîkên ku çavekî wan bi rengê turkuaz û çavekî wan bi rengê kehrebarî ne bi tunebûyînê re rû bi rû ne û wiha domand: "Pisîkên Wanê, yên nesla wan li ber tunebûyînê ye, pisîkên ku rengekî çavên wan turkuaz û rengekî çavên wan kehrebarî ye. Sedema vê; di zayînê de îhtimala derketina vê ji sedî 16 ye. Û ji ber di salên dawî de, Pisîka Wanê zaf derî bajrê dibe. Ev jî dibe sedema ku derfeta cotkirinê nabîne û bi vî awayî nesla wê kêm dibe. Ya em jî hewl didin hejmara wê zêde bikin, pisîka ku rengê çavekî wê turkuaz û rengê çavekî wê kehrebarî ye." Nimet Olmez – Dîhaber