Doza Tuncel û Kişanak dest pê dike 2017-01-25 09:13:57 AMED - Doza ku bi daxwaza 385 sal cezayê girtîgehê der barê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê yên girtî hat vekirin, dê îro li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Doza ku bi daxwaza 385 sal cezayê girtîgehê der barê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê yên girtî hat vekirin, dê îro li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê bike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di 4'ê Mijdara 2016'an de ji bo protestokirina girtina Hevseorkên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê û 8 parlementerên HDP'ê li ber Edliyeya Amedê hatibû binçavkirin û di 6'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlivriyê. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat amadekirin de, di navbera 2012-2016'an de beşdarbûna 16 çalakiyan, daxuyaniyên li civînên PM'ê yên DBP'ê û beşdarbûna civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ên Tuncelê wek sûc hatin hesibandin. Di temamiya îdianameyê de Tuncelê wek Hevseroka Giştî ya DBP'ê nehat nîşandan, lê wek "Endama KCD"ê hat nîşandan. Tuncel a ku bi "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat tawanbarkirin, der barê wê de heta 135 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, di 25'ê Cotmeha 2016'an de hat binçavkirin û di 30'yê Cotmehê de hat girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê. Wezareta Karên Navxweyî, Kişanakê ji peywirê wergirt û li şûna wê Qaymeqamê Navçeya Etîmesgût a Enqereyê Cumali Atilla wek qeyûm tayînî şaredariyê kiribû. Di navbera salên 2012-2016'an de bi hinceta beşdarbûyîna daxuyaniyên çapemeniyê, merasîma cenazeyan û civînên KCD'ê der barê Kişanakê de bi tawanbariyên "Avakirin û rêvebirina rêxistinê", "Beşdarbûyîna meş û civînên derqanûnî" û 41 caran "Propagandaya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin. Di îdianameyê de, der barê Kişanakê de heta 230 salî cezayê girtîgehê hat xwestin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Girtîgehê, biryara yekirina dozên Kişanak û Tuncelê dabû. Dadgehê der barê darizandina doza biryara yekirina wê da de bi hinceta "Dibe di warê ewlehiya cemaweriyê de talûke be" ji bo doz neqlî bajarekî din bibe, da ji Wezareta Dadê re bê şandin nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsî bû. Heta niha Wezaretê der barê neqilkirina dozê de tu biryar nedaye.