Kedkarên îzmîrî: Ji bo jiyaneke birûmet em dibêjin 'NA' 2017-01-25 09:14:29 ÎZMÎR - Kedkarên îzmîrî, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de ji bo jiyaneke birûmet bibêjin 'NA'. Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn a piştî di Meclîsê re derbas bû, û tê payîn dê piştî tesdîqkirina Serokomar Erdogan berpêşî referandûmê bê kirin, kedkarên Îzmîr li dijî vê hewldana guherandina rejîmê bertek nîşan dan. Kedkarê paqijiyê Riza Oz, got nîqaşên tund ên li Meclîsê di nazara gel de jî bûne cihê ragişiyê û anî ziman ku, tevgerîna parlementeran berberî xistiye navbera gel û ew vê nêzîkatiyê naparêzin. ‘DÊ DEMOKRASIYA ME BI PÊŞ NEXE' Oz, anî ziman ku ew alîgirê pergala parlementeriyê ya piralî ne û wiha axivî: "Em ji vê re dibêjin guherandina rejîmê, lê em jî dibêjin guherandina pergalê. Belê, li Tirkiyeyê pirsgirêkeke pergalê heye, lê pirsgirêka rejîmê tune ye. Oz, got ew bi her awayî li dijî pergala Serokatiyê ye û wiha axivî: "Ez li dijî pergala serokatiyê me. Ji pêşeroja zarokên xwe bifikar im. Ji xwe Qanûna Bingehîn a anîn dê demokrasiya me bi pêş nexe. 8 madeyên ewil ên vê pêşniyarê rasterast wek ên Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ne ‘DIXWAZE PADÎŞAHIYA XWE ÎLAN BIKE' Xebatkarê paqijiyê Muhammet Eroglu, got MHP ji bo berjewendiyên xwe li pêyî AK Partiyê ve diçe û wiha axivî: "MHP, dema dît dê neyê cihekî çareyê li cihekî din dît." Eroglu, got AK Partî 15 sal e li îktîdar te û wiha anî ziman: "Çapemenî, siyaset, polîs, artêş, daraz hemû di dest de ye, lê ev jî têra wê nekir. Niha jî dixwaze pergala serokatiyê bîne û pê padîşahiya xwe îlan bike." ‘TU ERKEKE MECLÎSÊ NEMA' Karkerê Paqijiyê Mehmet Bekler, got rewşa li Meclîsê belawela ye û wiha got: "Her roj şer û rageşî. Êdî me dev ji mêran berdan, jin jî şer dikin. Her kes di televîzyonê de li wan temaşe dike. Heke dê me temsîl bikin, na bila nekin. Ji xwe di şert û emrcên niha de tu erkeke Meclîs nema ye. Em bi yekzilamî tên birêvebirin." Bekler, anî ziman ku bi vî halê xwe dê guherandina Qanûna Bingehîn ji tu drdî re nebe derman û wiha axivî: "Guherandina Qanûna Bingehîn dê îro ji bo tu pirsgirêkên nav welat û derveyî welat nebe derman, rewşa Tirkiyeyê berbat bûye. Betalî çûye her çûye, cotkar perîşan in, sanayî hilweşiyaye, dê çi fêdeya vê qanûna bingehîn ji bo jiyaneke wek mirovan em bijîn hebe." ‘TU HEZAR CARÎ JÎ QANÛNA BINGEHÎN BIGUHERÎNÎ DÊ ÇI FÊDEYA WÊ HEBE...' Karkerê paqijiyê Zafer Bozdag jî got, bi pergala Serokatiyê re dê prisgirêk çareser nebin û wiha axivî: "Li welatekî ku gelê wê wek kêmar bên dîtin, ne carekê tu ehzar carî jî Qanûna Bingehîn biguherînî dê çi fêdeya wê hebe. Bîrbiriyeke ku ne ji min be xaîn e heye. Yê ev afirandin jî, ew kesên li ser serê me bi xwe ne." Bozdag, anî ziman ku Serokomar Erdogan vîna gel nas nake û wiha diyar kir: "Serokwezîrê hilbijartî di şevekê de dişîne. Madem vîna gel e, di serî de wî ev eciqand. Ez ê bêjim 'NA'."