Parlamenterê HDP'ê Adiyaman hate binçakirin 2017-01-25 08:38:35 STENBOL- Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li Stenbolê hate binçavkirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Adiyaman di hesabê xwe yê twitterê de bi nivîsa "Bi biryara bi zorê anînê ve niha li Stenbolê ji mala xwe hatim girtin. Min dibin Edliyeya Çaglayanê" parve kir. Adiyaman di berdewamê de jî nivîsa "piştî ku rapora bijîşk hate girtin niha anîne Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê dê bi SEGBÎS'ê ve îfade bide 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê" parve kir.