Parlamenter Taşçier hat berdan 2017-01-25 14:35:02 AMED - Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier ê dema ji male xwe derdiket hate binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier ê di çarçoveya biryara bi zorê anînê dema ji mala xwe derket hate binçavkirin li Edliyeya Amedê hat berdan. Hate hînbûn ku Taşçier di çarçoveye lêpirsîna bi îdiaya "heqeret li serokomar kiriye" de hatibinçavkirin û piştî ku îfade da dozger hat berdan.