Rojnameger Dogru dîsa nehat tahliyekirin 2017-01-25 17:34:54 SAKARYA - Nûçegîhanê DÎHA'yê Muhammet Dogru yê li Sakaryayê tevî 4 xwendekaran hat binçavkirin û paşê hat girtin, di doza lê tê darizandin dîsa nehat tahliyekirin. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a hat girtin Muhammet Dogru yê di 15'ê Nîsana 2016'an de li Sakaryayê di serdegirtina malên xwendekaran de hat binçavkirin û di 19'ê Nîsanê de tevî 4 xwendekaran hat girtin, rûnişitina doza lê tê darizandin îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dogru û xwendekarên bi îdiayên "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bûn. NEHAT TAHLIYEKIRIN Parêzeran daxwaza tahliyekirina Nûçegîhanê DÎHA'yê Dogru, xwendekar Salih Araz, Filiz Yavuz, Mesih Soydan û Semih Batikan kirin, lê dadgehê biryara domandina girtina wan da û dozê taloqî 8'ê Sibata 2017'an kir.