Li fabrîqeyê teqîn 2017-01-25 17:35:21 STENBOL -Li Hadimkoya Stenbolê, li fabrîqeyekê teqînek pêk hat. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û hat diyarkirin ku, 4 birîndar hene. Li Hadimkoya Stenbolê, li fabrîqeyeke plastîkan teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de birîndar hene û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Li gor agahiyên ewil, herî kêm 4 kes birîndar bûne.