Nekarîbûn li Stenbolê bijîn vegeriyan Nisêbînê 2017-01-26 08:25:54 MÊRDÎN - Malbata Zilfet Heybetoglu a di dema qedexeya derketina kolanan de ji taxa Firatê ya Nisêbinê koçî Stenbolê bûn, piştî dorpêç bi dawî bû nekarîbûn li Stenbolê bijîn û dîsa vegeriyan warê xwe Nisêbînê. Welatiyên Nisêbîna Mêrdînê ku zêdeyî salekê ye qedexe û dorpêça taxan didome bi her awayî di ber xwe didin. Malbata Zilfet Heybetoglu a di dema qedexeya derketina kolanan de ji taxa Firatê ya Nisêbinê koçî Stenbolê bûn, piştî dorpêç bi dawî bû nekarîbûn li Stenbolê bijîn û dîsa vegeriyan warê xwe Nisêbînê. Heybetoglu ku ji ber êrîşên tang û topan ên li ser taxê neçar man ji taxê derkevin çûn li Stenbolê bi cih bûn. Malbata ku di qedexeya 6 caran de mala xwe terk nekinin, pişî gelek gule li mala wan ket û gelek şevan li mitfexê razan piştî erîş zêde bûn xaniyê xwe vala kirin û çûn Stenbolê. Zilfet Heybetoglu, anî ziman ku ji ber nekaribûn li taxek din xanî kirê bikin û hevserê ji kar hat derxistin koçî Stenbolê kirin û wiha got: "Min ji hevserê xwe re got ji bo demek kurd em biçin Stenbolê dibe ku em li wir karekî jî bibînin. Em ji bo demek kurd çûn. Lê me nekarîbû li Stenbolê bijîn. Me nekarîbû dûrî Nisêbînê bijîn piştî şer bi dawi bû em disa vegeriyan. Dema em ji Nisêbînê çûn Stenbolê mirovan nekarîbû cil alavên xwe derxin û ji taxên xwe derdiketin. Ciwan dihatin kuştin. Her dem fikr û bala min li Nisêbînê bû. Hiş û dilê min her dem li Nisêbînê bû. Min gelek caran ji hevserê xwe re got em biçin Qoserê li nêzî Nisêbînê bi cih bibin. Min nikarîbû li Stenbolê bêhnê bistînim. Piştî em hatin Qoserê û demekê li Qoserê man." EM BI WALÎZEKÎ VEGERIYAN QOSERÊ Heybetoglu, destnîşan kir ku dema ji Stenbol vegeriyan Qoserê tenê walîzekî wan hebû û bi walîzekî vegeriyan Qoserê û wiha got: "Piştî bi awayekî qismî qedexeyên li Nisêbînê rabûn em disa hatin Nisêbînê. Em niha li taxa Yeşilkentê li qatekî jêrzemînê bi cih bûne. Ji ber hêj der û dora taxa me bi têlan hatiye dorpêçkirin em nikarin biçim mala xwe. Em nikarin alav û amûrên xwe wergirin. " Zilfet Heybetoglu da zanîn ku piştî vegeriyan Nisêbînê û li taxa Yeşîlkentê bi cih bûn piştî gelek serlêdanên midûriyeta polîsan ji bo carekê destûr girtin ku biçin mala xwe û wiha got: "Dema em çûn taxê, reng û ruyê taxê tev hatibû guhertin. Mala me ji halekî ketibû halê din. Leşkeran li hundirê malê nivîsên balkêş ên wekî 'Welat evîn e', "Em hatin hûn li ku ne' ‘Nezer li Nisêbînê ketibû em hatin gule bihilînin' nivîsandibûn. Hemû alavên sax mabûn tev biribûn. Hemû dar û baxçeyên li hewşê tev rakiribûn. Her der kirine wekî çolê. Êdî mirov mala xwe nas nake." 'KES LI KONÛTÊN WAN NAJÎ' Heybetoglu, da zanîn ku niha dibêjin dê konutan bidin wan û wiha got: "Ne pere û ne jî zeviyê didin me. Dibêjin 'em dê konutan bidin we' Kî dê di konutên wan de bijîn. Dolimek zeviya me hebû. Xaniyê me duqat bû. Ez li qatekî û tiyê min li qatekî bû. Ger ku daîre bidin jî ew bax û darême dê çawa bibe. Dê karibin wan bîranînên me bidin me? Niha hevserê min karê yomiyan dike. Hin rojan kar heye hin rojan ker tune. Yomiye bi 30 TL ye. Ev pere bi zorê têra lêçûna me dike. Heybetoglu, da zanin ku welatiyên dixwazin biçin malên xwe alav û amûrên xwe bînin jî bi diziyê tên tawanbarkirin û anî ziman ku ew bi armanca xaniyê mayî neyê xerakirin her roj diçin li ber taxê nobetê digirin. Dicle Muftuoglu/Aynur Înedi - dihaber