Der barê 3 rewşenbîrên piştevaniya Onderoglu kirin de jî doz hat vekirin 2017-01-26 09:27:37 STENBOL - Muzîkjen Şanar Yurdatapan, Zeynep Serinkaya û Dogan Ozkan ê dema Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu hat girtin û ji bo piştevaniyê bi gotina "Me jî heman sûc kiriye" xwe îxbar kirin, der barê wan de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Muzîkjen Şanar Yurdatapan, Zeynep Serinkaya û Dogan Ozkan ê dema Nûnerê Rojnagerên Sînornenas ê Tirkiyeyê (RSF) Erol Onderoglu ji ber kampanyaya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin hat girtin û ji bo piştevaniyê bi gotina "Me jî heman sûc kiriye" xwe îxbar kirin, der barê wan de îdianame hat amadekirin. Rewşenbîrên ku di 11'ê Tîrmeha 2016'an de çûn Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xwe îxbar kirin, der barê wan de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Dê yekemîn rûniştina dozê di 18'ê Nîsanê de bê dîtin.