Rêveberiya Lijneya TMMOB’ê: Ji rejîma dikta re ‘Na’ 2017-01-26 11:19:10 ENQERE - Rêveberiya Lijneya TMMOB’ê diyar kir ku ew bi hemû pêkhateyên xwe re ji rejîma dikta re dibêjin “Na”. Rêveberiya Lijneya TMMOB’ê biryara derbarê pêvajoya guhertina qanûna bingehîn û referandumê de girtî bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi guhertina qanûna bingehîn dê dadgeh, rêveberî û rêzikdanîn bikeve deste yek kesî de bi vê dê derbasî rejîma otorîter-totalîter bibin, dê bi vê re rêzikname û dadgehên ku bêalîbûna xwe windakirin ji holê bên rakirin. Daxuyaniya Rêveberiya Lijneya TMMOB’ê ku banga “Na” dike wiha ye: “Di demokrasiyên azadperest û berfireh de hêman cudabûna fikran nayê nîqaşkirin. Qanûna bingehîn peymana civakê ye. Komkirina hemû aliyan di deste yek kesî de nayê qebûlkirin. Fesîh kirina parlamentoyê radestî kesekê kirin dîktatoriye. Dixwazin bi guhertinên qanûna bingehîn li welat dijberiya laîklîkbûnê ava bikin. Dixwazin rejîma dikta û pêkanîna serokatiyê ya fîîlî bixin ser bingehên qanûnî. Rêxistina me ji peymana ku dê dîktatoriyê bike sazîbûn dur, ji guhertinên qanûna bingehîn ku qanûna darbeya 12’yê Îlonê jî derbas dike re dibêje ‘Na’. Dê hemû pêkhateyên TMMOB’ê di pêvajoya referandumê de ji bê guhertinê re beje ‘Na’. Rêxistina me ji bo perpirsyariya xwe ya li hemberî gel û endamên xwe pêk bîne dê rêxistinên din bixe nava tevgerê û ji bo xeta têkoşîna hevpar ava bike dê bi rêxistinên ked û pîşeyê re tevbigere.”