Li Rojnameger Demir 6 sal ceza birîn 2017-01-26 11:53:21 STENBOL - Dadgehê ji ber pirtûkên "Dağın Kadın Hali/ Halê Çiyê yê Jinê" û "Devrimin Rojava Hali/Halê Rojava Yê Şoreşê" li rojnameger Arzu Demir bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal ceza birî. Rojnameger û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Arzû Demîr, ji ber pirtûkên xwe yên bi navê "Dağın Kadın Hali/ Halê Çiyê yê Jinê" û "Devrimin Rojava Hali/Halê Rojava Yê Şoreşê" rastî 6 sal cezayê girtîgehê hat. Rûniştina doza Arzu Demir li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştinê de biryar da û li Demir bi îdiaya bi van pirtûkan "propaganda rêxistinê kiriye" ji bo her pirtûkekê 3 sal bi giştî 6 sal ceza li Demîr birî. DADGEHÊ CEZAYEKÎ TAYBET DA Parêzera Arzû Demîr û endamê Buroya Hiqûqnasên Bindestan (EHB) Gulhan Kaya, diyar kir ku cezayê "propaganda rêxistinê" sînorê wê yê jêr salek e û ger ku bi riya çapemeniyê kiribe derxistine 2 salan e. Lê heyeta dadgehê bi cezayekî taybet li şûna 2 salan 3 sal cezayê girtîgehê daye Demîr. 6 mehin Demîr tê darizandin, lê heta niha heyeta dadgehê tu daxwaza me li ber çavan negirtiye. Kaya anî ziman ku ev biryar di çoveyê zexta li ser çapemeniyê de hatiye dayîn. Kaya, da zanîn ku girtina rojnamegeran û cezakirin ne elameta xêrê ye.