Li goristanê cenazeye 3 kesên bi çekê hatine kuştin hat dîtin 2017-01-26 12:02:05 EDENE - Li Edeneyê di nava goristanê de cenazeye 3 zilamên ku bi çeken lûle dirêj hatine kuştin hatin dîtin. Li goristana taxa Alîhocali ya navçeya Yuregîra Edeneyê cenazeye 3 zilamên ku bi çeken lûle dirêj hatine kuştin hatin dîtin. Polîs û koma tendirûstiyê ku li ser giliya welatiyên di saetên sere sibê de wesayît di nava goristanê de dîtin, hatin cihê bûyerê, hat diyarkirin ku wesayîtê li stûna xistiye û rawestiya ye, zilamek di nava wesayîtê de, yê din ji deriyê wesayîtê ketiye xwarê û yekê din jî 10 metre dûrî wesayîtê hat dîtin. Hat zanîn ku ji kesên mirî Refîk Bîngul û Ufuk Altun temîrkerê wesayîtan, Eser Bînen jî xwendekarê zanîngehê ye. Cenaze ji bo kare otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.