Lebatên Kaya dê jiyana gelek kesan xelas bike 2017-01-26 13:02:44 EDENE - Cenazeye Ferhat Kaya yê di şewata li qawişa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin. Malbatê lebatên Kaya bexş kirin. Cenazeyê zarokê 17 salî Ferhat Kaya yê di encama şewata li qawişa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de laşê wî hemû şewitî û li nexweşxaneyê dihat dermankirin û duh jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve piştî karen otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî hat girin. Malbata ku cenazayê Kaya girt destpêkê birin malê û piştre jî ji bo cenaze defin bikin birin Goristana Kabasakalê. Piştî karen olî, cenazeye Kaya hat defikirin. Li aliyê din hat zanîn malbatê lebatên Kaya bexşî Navenda Koordînasyona Lebatan a girêdayî Wezareta Tendirûstiyê kirine. Tedawiya zarokê girtî yê bi navê Mehmet A. ê ku di şewatê de bi giranî birîndar bû û 2 memûrên girtîgehê jî berdewam dike.