7 xwendekarên DTCF'ê hatin berdan 2017-01-26 16:08:17 ENQERE - Li Enqereyê 7 xwndekarên DTCF'ê yên bi gotina "dê Cejna Komarê di nava xwînê de bihêlin" hedef hatin nîşandan, hatin berdan. Li Enqereyê 7 xwendekarên Fakulteya Ziman û Dîrok Cografyayê (DTCF) yên di 28'ê cotmeha 2016'an de bi gotina "Dê Cejna Komarê di nava xwînê de bihêlin" hedef hatin nîşandan piştî ku 17 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Doza xwendekaran li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Xwendekarên DTCF'ê Bahrî Kusur, Kubra Kiliç, Enes Karakuş, Mehmet Emîn Akin, Hayrettîn Aslan, Hakan Demîr û Macît Aslan ên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin girtin hatin berdan. ÇALAKÎ BI DESTURÊ HATIN KIRIN Piştî tespîta nasname û navnîşanê xwendekaran parastina xwe kirin. Xwendekaran bi kurdî parastina xwe kirin. Macît Aslan ê pirtûk û teza wî ji bo girtinê delîl hatin nîşandan got ku pirtûk qanûnî ne û sloganên "derveyî qanûnî" jî red kir. Aslan xwest bê berdan. Kubra Kiliç jî wiha got: "Di 17'ê Adara 2015'an de bernameya Newrozê bi destura rêveberiya dibistanê çêbû. Piranî mamosteyên zanîngehê jî beşdarî bernameyê bûn. Tu bûyerên neqanûnî neqewimî. Ev sûcekî etnîkî nîne." Xwendekarên din jî di parastina xwe de diyar kirin ku sûcdarkirinên heyî bêbingeh in. Ji parêzeran Atiye Arikan jî wiha got:" Li ser dîmenên 45 saniyeyê xwendekar bi îdiaya sloganên neqanûnî avêtine tên sûcdarkirin. Dema ku dîmen bê lêkolînkirin dê derkeve holê ku newisa ye." Parêzer Alîşan Şahîn îse got ku dosya bi temamî siyasî ye û li ser vî esasê parastin kir. Parêzer Mesut Ozer jî wiha got: "Muwekîlên min bi îdiaya dirûşma 'Serok Ocalan' berz kirine tên sûcdarkirin. Lê di lîteratura rêxistinê de sloganekî wisa nîne. Dîba slogana 'Bijî Serok Apo' ji aliyê 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve di çarçoveya azadiya îfadeyê de hatiye nirxandin û biryarên ku bi beraetê encam bûye daye." Dozger jî di mutalayê de xwest ku xwendekar bi "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin. Heyeta dadgehê jî ji sûcê "propaganda rêxistinê" salek û 8 meh ceza da xwendekaran û 5 salan taloq kir.